Civak

PKK xwe nêzikî gunda dike û Tirkiye bombebaran dike

Danîna navend û baregehên PKK li nêzîkî gund û malên welatiyên ser sînor jiyana wan xistiye metirsiyê de, ji ber ku artêşa Tirkiyê li gundên wan dide. Xelkê Çoman daxwaz ji PKKê dikin ku ji gund û malên wan dûr bikevin û wê hicetê nexin destê Tirkiyê ku li Başûrê Kurdistanê bide.

Muxlis Taha ku xelkê sînorê Qeserê ye, ji malpera KDP.info re ragihand: “Jiyana me li ser sînor pir nexweş e û xelkê me di nava tirseke mezin de ne. Malbat koçber bûne û newêrin vegerin. Ji ber PKKê em nikarin derkevin derve ji malê xwe. Em piçekî ji gund derkevin balafirên Tirkiyê tên û li me didin. Rojane ziyaneke mezin dighê rez û bax û zeviyên me. Em daxwaz dikin ew bombebaran û topbarana Tirkiyê raweste û PKK jî xwe ji gund û malên me dûr bike, da ku em jî li ser gundên xwe hest bi aramiyê bikin û karê xwe bikin.”

Weletiyekî din ê wê deverê bi navê Ehmed Mistefa ji malpera KDP.info re dibêje: “Eger PKK ne li gund û nêzîkî malên me be, ti hiceta Tirkiyê namîne bi lêdana navçeyên me û navçeyên me bombebaran û topbaran nake. Loma jî pêwîst e PKK rewşa me liberçav bigre û eger wê yekê nekin emê neçar bin ku ji gundên xwe bar bikin û berê xwe bidin bajaran. Em daxwaz ji wan dikin ku dest ji me berdin ku em li ser erd û zeviyên xwe kar bikin.”

Rêveberê Nahiyeya Qesrê Şaxewan Husên jî ji malpera KDP.info re ragihand: “Hejmareke mezin ji xelkê gundên ser sînor ji ber lêdana balafirên Tirkiyê û ji ber hebûna PKK li navçeyên wan, ji gundê xwe bar kirine û rastî derbederiyê bûne. Xelkê wan navçeyan di nava tirseke mezin de dijîn. Xelk bi roj tên ser gundê xwe û bi şev jê derdikevin. Dezgeha Barzanî ya Xêrxwazî û şaxa Hewlêrê ya Heyva Sor a Iraqê jî alîkariyan didin wan kesên ku alîkarî ji wan re pêwêst be.”

 

Back to top button