Civak

Nêçîrvan Barzanî beşdarî rêwresma vekirina peykerê Gandî li Hewlêrê kir

Roja17/09/2019 bi amadebûna birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û birêz Vêrmavalî Moralî Deharan Wezîrê Dewleta Hîndîstanê yê Karubarê Derve û Parlemenê, rêwresma perderakirina li ser peykerê Mehatma Gandî li parka Şehîd Samî Abdulrehman li Hewlêr birêveçû.

Rêwresma ku ji bo salvegera 150 saliya ji dayikbûna Gandî bû, hejmareke zêdeyê berpirsên Herêma Kurdistanê û dîplomatkar û nûnerên Hîndîstanê û welatên biyanî têda amade bûn.

Birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê tekez li ser xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo berev pêşvebirina zêdetirê peywendiyên li gel Hîndîstanê kir û amadehiya Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina hemû hêsankariyeke li vî derbarî de nîşan da.

Serok Nêçîrvan Barzanî nîvroya îro sêşem 17/09/2019 li Hewlêrê li civîneke li gel birêz Vêrmavalî Moralî Deharan Wezîrê Dewleta Hîndîstanê ya ji bo Karubarê Derve û Parlemen û şandekî li gel da, bi kurtî di derbarê qonaxa derbasbûyî û niha ya navçeyê, rewşa destê karê Hîndî li Herêma Kurdistanê û peywendiyên Hewlêr û Bexda û hebûna jîngeh û yasaya baş ya ji bo veberhênerên biyanî li Herêma Kurdistanê pêşkêş kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Deharan pîrozbahiya destbikarbûnê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir û silavên rêzdar Serok û Serok Wezîrên Hîndîstanê gihand. Her wiha pêzanînên welatê xwe ji bo qurbanîdana gelê Kurdistanê li şerê dijî terorê û xwesta welatê wan ya ji bo berev pêşvebirina peywendiyên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dûpat kir.

Guftûgo kirina girîngiya hebûna geşta raste rast ya asmanî li navbera Herêma Kurdistan û Hîndîstanê, karê hevbeş ji bo ji navbirina terorê, diyarkirina warên karê hevbeş li kertên cûda cûda de, rewşa destê karê Hindî û hevkariya Herêma Kurdistanê ji bo wan, her wiha rêwresma perderakirina li ser peykerê Xandî li parka şehîd Samî Ebdulrehman li Hewlêr, aliyekî dinê civînê bû.

Back to top button