Nivîsar

PKK xwe ji şerê li dijê PDKê re amade dike..

Eve demeke cardin medya PKKê propagandeya şerekî li himber PDKê dike.Berpirsên PKKê daxûyaniya didin û dibêjin ku, “PDK di nava xiyanetê de ye û şerê li dijê PDKê hêdî nabe şerê birakujiye“(Mustafa Karasu). Di medya civakî de gelek alîgirên PKKê eşker didin xûyakirin ku, divê PKK ji dev şerê li gel Tirkiye berdê û ewilê PDKê ji holê rake.

Di vê dema ku PKK tevî medya, kadro û berpirsên xwe amadebûna zeminekî ya şer li himber PDKê dike, wek gelek cara tevgerên ku xwe Kurdistanî didin nasandin bê dengin. Lê mimkine dema bûyerek pêkwerê û zererek mezin çêbibe hinek aliyên siyasî bi daxûyaniyan dest şîrete bikin.

Li vê derê pirs ne pirsa PDKê yan a PKKê ye. Pirs ewe ku PKK hewldide tevgera netewî aloz bike û heta mecal bikeve dest de ji holê rake. Eşkere vê yekê dike û zemînekî li gora xwe dixwaze amade bike. Lê tevgera Kurd, bê deng e. Ev babet ne di rojeva medya Kurdî û siyasetmedaran de ye. Di medya civakî de , rojane gelek bername têne çêkirin, lê gelo ji bo çi kesek xwe nêzîkî vê babetê nake? nayê zanîn.

Endamê konseya serokatiya PKKê Mustafa Karasu gelek vekirî li himber PDKê şer ragihand. Ev yek di bernameyek televizyonî de da xûyakirin. Lê mixabin tu bertek li himber daxûyaniyên Karasu nehat nîşandan. Di bingehê xwe de ev yek bêhtir cesaretê dide PKKê ku xirabiya bike û êrîşê tevgera azadixwaza Kurd bike. Pêwiste herkes bizanibe ku,kî rojekî li ser xeta netewî ji bo destxistina mafên netewî û serxwebûna Kurdistanê kar û xebatê bike, dê bibe armanca êrîşên PKKê. Ev yek bi dehên cara hatiye rojevê û PKK êrîşê hemû nirxên netewî kiriye û hêja jî dike. Lê helwesta bêdengiyê behtir dikeve di xizmeta siyaseta PKKê de.

Ji aliyek din hinek siyasetmedar yan jî aliyên siyasî PDKê naecibînin û gelek waran de siyaseta PDKê rexne dikin. Ev tiştek gelek normal e û mafê herkesekiye rexne li aliyek siyasî bike. Lê hinek ji van kesayet û aliyan helwesta xwe ya li himber PDKê bi zanebûn têxin di xizmeta PKKê de û dibin aligirek xirab yên siyaseta xeter a PKKê.

Em ji bîr nekin ku PKK li başûrê Kurdistanê şerê PDKê dike û rêzê bi tu awayî li desthilatiya başûrê Kurdistanê nagire. Li himber vê yekê jî li başûrê Kurdistanê hemêza xwe ji aligirên PKKê re vekiriye û bi awayekî wan dihewîne. Lê ew li ser ranê PDKê rûdinin û tiliyên xwe têxin di çavên PDKê de.

PKK dijminetiya xeta netewî dike. Herweha sedemê ku êrîşê PDKê dike jî ev yeke. Îro PDK serkêşiya xeta netewî dike û xwediyê projeya serxwebûna Kurdistanê ye.

Berjewendiyên netewî mirov mecbûr dike ku pişgiriya siyaseta di rêya serxwebûna Kurdistanê de xebatê dike bike. Ev erkek netewîye. Ev yek dibe sedem ku mirov vekirî li himber hemû êrîşên li xeta netewî tê kirin bisekine û berjewendiyên netewî biparêze.

Nûçe/Analîz

Rojevakurd

Back to top button