Nivîsar

PKK xwe ji êrîşek mezin re amade dike!

PKK cardin bi derew û senaryoyên nû ava dike ku, hem êrîşê destkeftiyên başûrê Kurdistanê bike û hem jî sedemekî ji windakirin û çewtiyên xwe re bibîne.

Nûçeyeka ANFê de dibêje ku, dewleta Tirk û PDK xwe amade dikin ku êrîşê PKKê bikin.

Nûçeya ANFê de wiha dibêje:

“ Çavkanî destnîşan kir ku yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrişê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye. Çavkanî îdîa kir ji bo zemîn ji êrişê re bê amadekirin ev plan hatiye danîn:

1- Kuştina hin pêşmergeyên PDK’ê

2- Teqandina lûleya petrolê ya ji Başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê

3- Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.“

ANF nikare çavkaniya xwe eşkere bike ji ber ku tu çavkanî tûneye û derewa yekem dike. Ya din Qada Medya çiye û li kûderêye? Eger armanca PKKê ne têkbirina destkeftiyên Kurdistanê bin, qada PKKê li bakurê Kurdistanê ye.Niha hatiye radeyekî hêdî PKK dema bilepite divê şerê PDKê bike û herweha ji bo vê yeke li gora xwe zemînekî avadike. Zeminek bê bingeh û li ser derewan hatî avakirin.

Lê mixabin du çewtiyên mezin dibin sedemê van helwestên dijminayetî ya PKKê. Her carê PKK ji bo helwestên xwe yên dijê hemû nirx û destkeftiyên Kurda tê rexnekirin. Lê du sedemên bingehîn hene ku, dibe arîkariya helwesta PKKê.

Yekemîn ewe ku, aliyên siyasî, medya û aliyên rasterast dibin armanca êrîşên PKK, helwesta pêwist di dema xwe de nastînin û behsa rastiya PKKê nakin û derewên PKKê eşkere nakin. Bê guman mirov dikare gelek berfirehî behsa sedemên vê bê helwestiya li himber PKKê bike. Lê cardin pêwiste bala van aliyên ku navên wan dibûrin  bê kişandin da ku ew serxwe ve werin û rastiya PKKê bejin û bibin xwedî helwest. Na eger vê yeke nekin bivê nevê dibin arîkarê êrîşên PKKê û bê hemdê xwe şere xwe bi xwe dikin.

Duyemin jî ew ku, piraniya hevalbendên PKKê û yên rêya wan dişopînin, tu cara li himber çewtiyên PKKê nabin xwedî helwest. PKK, medya PKKê û herkesek derdora PKKê çi bike û çi beje ji bo wan rastiye. Mimkine piraniya van kesan ji bo berjewendiyên xwe deng nakin, lê gelek ji wan jî sedemê aliyên ku xala yekem de hatin behskirin bê deng dimînin cesaretekî dide wan û ew her gotina PKKê rast dihesibînin û li gora wê jî tevdigerin.

Şirîkatiya çewti û kiryarên PKKê ne bi tene ewe ku, mirov di nava refên PKKê de cih bigre. Ewên ji derveyê PKKê dema bê helwestbin, li himber kiryarên dijê destkeftiyên Kurda deng nekin û ew medya ji dere PKKê dikeve dixizmeta PKKê de jî tawambarin û xizmeta çewtiyên PKKê li himber destkeftiyên Kurdistanî dikin.

PKK xwe amade dike ku, di çerçoveya projeyên Îranê û milîsên Şîe de û herweha bi arikariya Heşda Şeibî êrîşê PDKê bike.Her kurdek niştimanperwer vê yeke gelek bi zelalî dizane û dibine. Lê gelo ew siyaseta ku, bi awayekî zemînekî ji dijminatiya PKKê re amade dike, hinek dam û dezgehên wan propagandeya PKKê berdewamî dikin, ji bo  bo çi xwe kirine armanc nayê zanîn. Yan siyasetek gelek kûr heye ku, mirov tê nagihe, yan jî xemsariyek mezin qada siyaseta wan dîl girtiye.

97.3.2022

Nêrîn/Şirove

Back to top button