Nivîsar

PKK Û YÊN DİN

Divê em Bakurî ji niha de zanibin ku, heger sibê yan dusiba Bakurê Kurdistanê azad bû, wê ev pirsgirêka PKKê ku îro li Rojeva û Başûrê Kurdistanê bi şeklekî kîrêt xwe li ser miletê Kurd ferz kirin wê li Bakur jî destpêbike. Pirsgirêka heyî pirsgirêka temamê Kurdistanê jî be, divê em Bakurî ji îro de bi berpirsiyarî tev bigerin û xwedî siyasetek netewî bin. An na sibê emê jî bibin maruzê şîdeta PKKê. Û wê gavê emê jî têkevin rewşa ku niha li Başûr di navbera dagirkerên Kurdistanê û hemwelatiyê wede heyî derdikeve ortê.

Nûrî Çelîk


Divê  îro temamê Kurdistanîya di bin al û rêberiya serokê Kurdistanê de, li dijî dewlet û partiyên terorist dest bidin hev û di avakirina Kurdistana azad de bibin xwedî par. Çawa ku Serok Mistefa Barzanî di dema xwe de gotibû:” Çi kesê ku ruhê neteweparêzî pê re çênebûbe, wê rojek ji rojan îxanetê bi gelê xwe re bike” ev gotin ji bo îro û ji bo her demê jî derbas dibe.

Îro pirsgirêka sereke ya di nav Kurda de, pirsgirêka PKKê û Kurdê dervayî  PKKê ye. Her çiqasî hebûna PKKê ya li Qendîl û deverê din ji bo hikûmeta Kurdistanê jî serêşandinekê bi xwe re bîne jî, divê ji başûrîyan zêdetir em Kurdên bakur serê xwe bi vê pirsgirêkê re biêşînin. Di daxuyanî û helwestên hinek rayedarên PKKê de dixuye ku, şerê li dijî dewleta terorîst, çete û partiyên terorist de  alîkariya navdewletî, alaqeyên herêma Kurdistan ye bi cîrana re ew nerehet kirine.

Ger PKK karibe sebebê nerehetiya xwe li ser esasê Kurdayetî ji dewleta federe ya Kurdistanê re bîne ser zimên, ez  bahwerim wê wek dewlet, herêma Kurdistan jî bikaribe çareseriyekê ji nerehetiya PKK re bibîne. Ji xwe beyanên serokê Kurditanê yê di wî warî de pir zelalin. Serokê Kurdistanê di her firsendê de çareseriyê di riya diyalog û riyên bêçekî bûnê û demokratik de tîne ser zimên.

Divê em Bakurî ji niha de zanibin ku, heger sibê yan dusiba Bakurê Kurdistanê azad bû, wê ev pirsgirêka PKKê ku îro li Rojeva û Başûrê Kurdistanê bi şeklekî kîrêt xwe li ser miletê Kurd ferz kirin wê li Bakur jî destpêbike. Pirsgirêka heyî pirsgirêka temamê Kurdistanê jî be, divê em Bakurî ji îro de bi berpirsiyarî tev bigerin û xwedî siyasetek netewî bin. An na sibê emê jî bibin maruzê şîdeta PKKê. Û wê gavê emê jî têkevin rewşa ku niha li Başûr di navbera dagirkerên Kurdistanê û hemwelatiyê wede heyî derdikeve ortê.

Pirsgirêka çareseriya PKK û xwedîlêderketina wê, ne erka Başûr e. Heger li Başûr pirsgirêka tunekirina PKK hebe, erka pêşîn dikeve ser milên Bakurîyan bixwe û divê ew li xwe û li deskeftiyên xwe xwedî derkevin.

Divê di serî de PKK, dev ji siyaseta tundî berde û bi rêyên demokratîk li çareserîya diyaloga di nav Kurdan de bigere. Lê gava PKK wan destkeftinên Kurda bike qurbana şexs an herêmekê (Karton an Kantonan) divê em Kurdên Bakur bi dengek bilind ne razîbûna xwe li himber helwstên PKKê yê ne di berjewendiya milletê Kurd de, biqîrin. Ew roj jî îro ye….

Bela PKK ji nû ve dest bi şerê destkeftinên Kurdistana azad kiriye. PKK bûye kelema çavê Kurdan. PKKê dest û pist daye dagirkerên Kurdistanê û şerê PDKê û rumeta miletê Kurd malbata Berzaniyan dike. PKK şerê hêjayiyên Kurdan dike. PKK ne tenê mixalifê xwe, herwiha zarukên wanî sê salî jî dikûje. PKK  bi navê heremên xweser perçe kirina Kurdistanê ji xwe re kiriye şîar.

Bi kûrt kurmancî; PKKê sunda tar û mar kirina Kurdistanê xwariye. Ji wê bone jî dive temamê Kurdan bi dengekî bilin biqîrin û bên edî bes e ji zilm, û dek û dolabên PKKê re.

21.01.2022

Back to top button