PolîtîkRojev

PKK, di cîhê Heşdî Şeibî de şer li dijî Herêma Kurdistanê dike

Nivîskar û çavdêrê siyasî li Silêmaniyê amaje bi wê yekê dike ku bi fermana welatekî herêmî, PKK wek kartekî siyasî ji bo cîhbicîh kirina daxwazên wan şerê bi wekalet tê bikaranîn.

Çavdêrê siyasî li Silêmaniyê Soran Sêwkanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PKK naveşêre ku wekîlê welatekî herêmê ye li navçeyê de, bixwe jî wê tiştî bi aşkera dibêjin. Teqandina boriya nefta Kurdistanê fermana derveyî ye û bi PKKê bicîh tînin, ew proseye eger piştevaniyeke mezin li pişt nebe wisa asan nîne.’’

Herwaha got: ‘’PKK, li navçeyê wek Heşdî Şeibî û grubên din alîgiriya hêzekî herêmî ye û wek kartekî fişarê tê bikaranîn. Vê carê ew kart li ser PDKê tê ceribandin. Dê dema pêş jî PKK ji bo lîstokekî din kar pê bê kirin û dê bibe amûrekî din û şerê bi wekalet pê bê kirin. Beşek din ê bikaranîna PKKê jî sedemê wê ew e, ku PDK ji hevpeymaniya nû ya di navbera Sedir, PDK, Ezm û Teqedum xwe vekşîne û pişt bide piişta aliyên ser bi wî welatê herêmî.’’

Sêwkanî got: ‘’Di asta herêmî de hewkariyekî baş ji bo PKKê tê kirin, li Şingal û li navçeyên din jî çav jê re tê girtin û piştevanî ji wan re tê kirin. Herwaha li Lubnanê Hizbullah, li Iraqê jî grubên Heşdî Şeibî hewkariya PKKê dikin. Ji ber wê ew grub sedemin ji bo ava kirina nearamiyê li navçeyê. PKK jî naçare her demekî ew çi fermanekî bidin bicîh bîne.’’

Back to top button