CivakRojev

Cenazeyê Şêx Şamo gihat Kurdistanê

Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 20/1/2022an cenazeyê Şêwirmendê Serokwezîr ji bo Karûnarên Êzidiyan Şêx Şamo Şêx Namo bo Herêma Kurdistanê hate vegerandin.

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo Karûbarên Êzidiyan û Serokê Binkeya Laleşê Şêx Şamo roja 18ê vê mehê li nexweşxaneyeke Enqerê koça dawî kiribû, îro di merasîmekê de bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li cenazeyê wî hate kirin.

Biryar e cenazeya Şêx Şamo îro di merasîmekê de jî bi xakê were spartin.

Şêx Şemo yek ji parêzvanên rêkeftina Şingalê bû, her tim tekez dikir ku heta komên çekdar ji Şingalê dernekevin, ewlehî û aramî venagerin wê deverê û koçberên Şingalê jî venagerin.

Back to top button