PolîtîkRojev

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Pakîstanê kir

Roja 20.01.2022ê Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya Ehmed Emced Elî, Balyozê Pakîstan li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de xwesta hevbeş ya ji bo pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Pakîstanê û bi taybetî li warên bazirganî, perwerdehî û zanîngehê da, derfeta kar û sermayeguzariya ji bo veberhênerên Pakîstanî li Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa revend û destê karê Pakîstanî li Iraq û Herêma Kurdistanê ku li gelek warên cûda de kar dikin, hate nirxandin.

Birêz Balyozê Pakîstanê dûpat kir ku welatê wan bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dinêre û wareke baş ya hevkarî û çalakiyên bazirganî li gel Herêma Kurdistanê da heye, ji bo vê mebestê jî niyeta welatê xwe ya vekirina Konsolxaneyek li Hewlêrê nîşan da û behsa derfeta hebûna geştên raste rastên asmanî yên li navbera Pakîstan û Herêma Kurdistanê da kir.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê, amadehî û xwesta Herêma Kurdistanê ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyan dûpat kir û balkişand li ser derfeta sermayeguzarî û veberhênana Pakîstanî ya li Herêma Kurdistanê kir.

Back to top button