PKK û Kongreya 9 a PYDê !

9mîn Kongreya PYD ê bi dawî bû. Di kongreya ku li Hesekê hat lidarxistin bi qasî ku di çapemeniyê de cih girtî 700 kes beşdar bibûn bi rojan dewam kiribû. Di kongreyê de Salih Muslim û Asya Evdila ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Çapemeniyê balkişand ser kongreyê ku piştî du dewreyan Salih Muslim û Asya Evdillah wekî hevserok hatin hilbijartin. Di rastiyê de wateya Kongreya PYD ê çi ye zêde nehat nîqaşkirin. Lê belê ji bilî navê hevserokan, di kongreya PYD ê de hin aliyên ku pêwîstiya wê bi ser sekinandinê hene xweya bûn. Kongreya 9 mîn ya PYD ê nîşan da ku piştî karên dîplomatîk dîsa çûve ser xeta xwe ya kongreya damezrandinê a 17 ê Cotmeha 2003an.

Diruşma Kongreyê: Em ê Sûriye ke demokratîk ava bikin

Wêneyê Evdila Ocelan li ser dika hola kongreyê û li kêleka wê jî slogana kongreya PYD ê hat hilawîstin. Di kongreyê de diruşma “Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî dagirkeriyê têk bibin û Sûriye yeke demokratîk ava bikin” weke şîar hate diyarkirin.

Hebûna Evdila Ocelan tenê bi wêneyê wî yê li salona kongreyê re sînordar nebû. Di destpêka biryarnameyên Kongreyê de “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bilindkirina têkoşînê” hate nivîsandin. Yanî karê yekem yê PYD ê azadiya Ocalan e û heta biryara sereke ya beriya doza Kurdistanê ye. Her wiha dema em li biryarnameyên kongreyê dinêrin, mirov dikare bibîne ku pirsgirêka Kurd-Kurdistanê pir qels û di nava mijarên bêwate de tên qebûlkirin û bikaranîn. Di nava nîqaşên kongreya PYD ê de yek gotin derbarê kolonyalîzmê nahête kirin.

Hebûna neteweya kurd li kêleka hemû pirsgirêkên din ên Sûriyê weke pirsgirêkeke mînîmal hate nirxandin. Daxuyaniya kongreyê tekezî li ser çawaniya çareser kirina pirsgirêka Kurd li gel dewleta Sûriyê û daxwaza Kurdan nehat kirin, belavoka kongreyê de “Diyaloga bi hikûmeta Şamê re û li ser bingeha destûrê bingehîn ê demokratîk çareserkirina dozên netewî, bi taybetî doza Kurdî, weke welatekî dadperwer were qebûlkirin.” Ji derveyî vê hevokê li ser pirsgirêka Kurd û rêbazên çareseriya wê nîqaş nehate kirin. Li ser pirsgirêka kurdan çend hevokên gorovir hatin bikaranîn.

Yanî di kongreya PYD ê de pirsgirêka kurdên Rojava weke pirsgirêka demokratîkbûna Sûriyê ye hate dîyardekirin.

Sonda kongreyê bi erebî hate xwendin

Nîşaneke din a nediyar bûna nasnameya kurd di kongreyê de ew bû ku di kongreyê de sûnd û ragihandina daxuyaniya dawî bi zimanê Kurdî nebû. Rêveberiya hilbijartî di kongreyê de du caran sûnd dixwîne. Pêşî sûnd bi Kurmancî tê xwendin. Paşê heman sûnd bi Erebî bi çend peyvên cuda tê xwendin. Çima partîyeke kurdî, partîyeke ku kurdan ava kiriye, li cihekî ku serwerîya Kurdan lê hebe, bi Erebî sûnd dixwe?

Rêbazên hiqûqî û hwd ji bo HDP ê li Tirkiyeyê weke sedem têne pêşkêş kirin. Lê belê li bajarekî Kurdan ê weke Hesekê, ku sûnd bi Erebî were xwendin û daxuyaniya dawî bi Erebî bê xwendin, bê guman ev yek jî nîşan dide ku Kongreyê soza xwe ya Sûriyeyîbûnê dupad kir.

Kongreya 9 mîn ya PYD ê gelo kongreya ji nûve PKK bûnê ye?

Kongreya 9 mîn ya PYD ê jî ji aliyê pêkhateyan ve ji kongreyên 5, 6, 7 û 8 cuda bû. Di van çar kongreya de hewl di hat dayîn ku PYD di qada navneteweyî de bê qebûlkirin ku ew pêkhateyek serbixwe ye. Ji bo vê jî kongreya 5 li Stockholm hat lidarxistin û ji qada navneteweyî re peyam hat dayîn ku em nûnerê Rojavayê Kurdistanê ne.

PYD ê kongerya 6emîn li Rimêlanê li dar xist. Li wir ji bo yêkgirtina ku di nava Kurdan de rola xwe bilîze, gelek kes û layenên sîyasî hatin vexwendin. Bi taybetî PDK, YNK û HDP hatibûn dewetkirin. PDK bi serokatiya Kemal Kerkûkî û YNK jî bi serokatiya Mele Bextîyar bi şandeke pile bilind beşdarî kongreyê bi bûn.

Dîsa li Rimêlanê kongreya 7an hat lidarxistin û navê PKK û Evdila Ocelan nehate behskirin. Bi kurtasî di van hemû kongreyan de bi rastî jî xwest helwestek serbixwe bê nîşandan.

Kongreya 9mîn ya PYD ê wek vegerê bû li kongreyên 1., 2., 3. û 4. Di 17 ê Cotmeha 2003an de bi talîmata Evdila Ocelan ku yekemîn kongreya xwe li Qendîlê li dar xist û PYD hat avakirin. Sê kongreyên din rasterast li Qendîl û Garê hatin lidarxistin. Navên girîng ên PKK’ê yên wek Cemîl Bayik jî beşdarî van kongreyan bûn û her tişt bi xwe birêve bir.

Di kongreya xwe ya 9mîn de PYD ê ne nasnameyeke serbixwe ji bo Kurdan ne jî sekinandinek azad nîşan neda, ku partiyeke herêmî ya Rojavayê Kurdistanê ye… PYD di kongreya 9mîn de weke rêxistineke bi ser PKK ê ve xwe destnîşan kir û vegerîya ser xeta xwe ya Apocî. Dîsa wesayeta PKK ê bi tevahî li ser xwe qebûl kirin. PYD dîsa bû têjikê PKK ê.

Kadroyên PKK ê piranî di rêveberiyê de cîdigirin

Sîstema hevserokatiya PKK ê ne ji bo wekheviya zayendî ye, belku weke sîstemekî ku endamekî PKK ê ji bo serokatiya saziyê tayîn bike tê bikaranîn. PKK di her pergala hevserokatiyê de kadroyekî ku rasterast bi wê ve girêdayî ye û zêdetir nasnameya sivîl weke showrom destnîşan dike, erkdar dike. Bi dehan kesên bi vî awa di rêxistinên wek HDPê û KNK ê de hene. Vê carê jî PKK ê rêbaza xwe neguherand û Asya Evdila erkdar kir.

Asya Evdila kadroyeka PKK ê ya bajarê Dêrikê ye ku di sala 1992an de tevlî nava refên PKK ê bûye. Asya Evdila di sala 2017 an de ji aliyê PKK ê ve bi hinceta ku serxweve çûye û ew kadroyên Bakurê Kurdistanê qebûl nake, ji alîyê PKK ê ve ji bo çîya het veguhastin. Piştî ku li Qendîlê di nava perwerdeya PKK û PAJK ê de ma, piştî pêvajoya xwerexnekirinê ji nû ve şandin Rojava. Ya rast, belkî ew be ku mirov Salih Muslim (Ebû Welat) wek çavdêrê PKK ê yê di nava PYD ê de hatiye tayînkirin bi nav bike û bibîne.

Bêguman di nava PYD ê de ji bilî hevserokên hatîn hilbijartin, Qeyûmên PKK ê erkdarkirî hene. Ne şaş e ku di rêveberiya nû de kadroyên wek Aldar Xelîl, Zaxo Zagros (Foza Yûsif) Cîhan Efrîn, Şervîn Dêrik weke Qeyûmên PKK ê yên di nava PYD ê de hatîn bicîh kirin bibîne.

Di encamê da

Kongreya 9 mîn ya PYD ê nîşan dide ku ev 4 salin PKK di şerê xwe yê li dijî kadroyên Rojava û berjewendiyên Rojava de serkeftî ye, ango Rojava nikare ji bo pêşeroja xwe ji PKK ê veqete û serbixwe tevbigere. Mixabin ev yek nîşan dide ku pêvajoya berevajî ya Rojava ya ku bi dagirkirina Efrînê dest pê kir, wê hê zêdetir bi lez û beztir bike. Ji ber ku PKK ê werîsê Rojava girtiye dest xwe.

Va demek dirêje Riza Altun, Sabrî Ok û Mistafa Qarasû di medyayê de nexuyane. Ev rêveberên PKK ê di navbera Şam û Tehranê de bizavê diken. Biryarên Îstîxbarata Sûriyeyê Muhaberat û Îtlaat a Îranê radigehînin PKK ê û PKK jî heman biryarê li ser saziyên Rojava ferz dike. Ango ew Rojavaya ku weke reçeteya rizgariyê û modela demokrasiyê pêşkêşî cîhanê hatî kirin, mixabin bi fermana îstîxbarên herêmî û PKK ê ve tê fetisandin. Ji ber vê yekê kesên wekî endamê Desteya Rêveber a Rojava Ferhad Şiblî li Kelar jîyana xwe ji dest da. PKK li gor ku dezgehên îstixbaratê jê re ferman dikin, Kurdên Rojava ji bo êrişkirina ser Herêma Kurdistanê bikar tîne. PKK Rojava dike qurbana xwe û wan jî weke xwe terorîze dike.

 ger em bêjin qedera Rojava axayên Qendîlê diyar dikin dê rast be. Û dîroka PKK ê ev yek nîşanî me daye ku PKK ê ji gel re, ji nasnameya gel re çi daxwazî nîne. PKK Li gorî ajendeya îstixbarata herêmê û berjewendiyên partîya xwe her tiştî û deskeftî dike qurbanî. PKK ê di kongreya 9 mîn de li ser rûhê PYD fetîha wefatê xwend.

Nêrîn / Şirove

Darkamazî

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: