ÎRO ME KEK ABID SPART AXÊ!

Jîyan jî qedera merivan e, ew wexta ku ji me re hatiye bexşkirin mîna milkekî meriv e û hemî kes semyanê milkê xwe ye.
Alî Kut
Hemû dost, heval û merivên wî dê bi rengê xwe bêguman şîna wî bigrin û ez jî bi şêweyê xwe… Gilgamêş dema hevalê xwe Enkîdû winda kir bi şev û rojan raneket, bi incika xwe girt û kêşand, cilên ser xwe avêtin, postê şêrekî li xwe kir û bi çol û çolistanan de terqîya, bê şik ez dê fena Gilgamêşî nekim lê bi dilekî zîz û dilêşîyekê çend gotinan li vir rêz bikim. Bi gotina dostê min yê qedirberz Abid Gurses, mirina wî bikim ”wesîle” û çend gotinên ku belkî ji bo hinekan bêqîmet bin, lê ji bo min watedar in, li vir bibêjim.
Li gel dostê xwe, di axaftinên xwe de, me gelekî behsa nifşan dikir û bi taybetî jî behsa nifşê xwe dikir. Me heyfa xwe lê dihanî û xwe wekî nimûneyên dawîn ên vî nifşî dinirxand(bêguman ne tenê ez û ew!). Lewra ku li ba nifşê me hin fezîlet hebûn ku li ba yê nû peyda nedibûn, wekî dilsozî, fedekarî, hevaltî û xwedîvizyonbûn. Em ji nifşekî pekîyabûn ku bawermend bûn, (ne di mesela olî de) em bêhesab û kîtab bûn! Kar û xebata me ne ji bo berjewendîyên şexsî bûn. Qe nebe axilbeyê me wisan bûn, em leşker bûn pêşmerge bûn, qumandanên me jî nola me bûn. Lê yên nuha, ku ne nam û pere bin, ne berjewendî bin, destê xwe nadin bin ava sar! Her car digot ku ”evîya ferqek girîng ya nifşan e, yên nû bêtir bûne mîna dinyaya mayî û mîna Ewropîyan in”
Bêguman mirin qedera merivan e û tu kes jê xelas nabe, ew zû an dereng bêfer meriv zeft dike û dibe. Ya ku ne eşkere ye bitenêroja wê ye.
Jîyan jî qedera merivan e, ew wexta ku ji me re hatiye bexşkirin mîna milkekî meriv e û hemî kes semyanê milkê xwe ye. Bêguman carina zordarî li meriv dibe û milkê meriv tê dagirkirin lê bi lebt û keftelefta xwe meriv dîyar dike ku dîsan semyanê vî milkî meriv bi xwe ye. Ango hemû kes di nava van sînoran de azad in.
Nexwe, jîyan kefteleft e, kiryar e, hilbijartinek e! Her wisa kalîta jîyanê jî di vir de ye. Ya bê hesabkirin jî ne dirêjahîya wexta jîyana merivan e, lewra dagirtin û bimanekirina wexta merivan e.
Qedera merivan pê re gihişt û kek Abid zû ji nav me girt û bir. Lê dema ku em li wê jîyana wî ya kurt dinêrin, dibînin ku têra xwe tijî û dagirtî ye. Carekê wî bi xwe behsa jîyana xwe kir û got: ”… ez zûmezin bûm û hema min dest bi kar kir da alîkarîya familyê bikim û dema şoreşgêrî berbelav bû û bi nasnameya xwe hisîyam, beşdarî nav refên wan bûm û li Swêdê jî her min ev kara dom kir. Û mîna her kesî min famîlyak jî ji xwe re damezrand û du zarok mezin kirin. Lê karê kurdayetî her dem vizyona min bû û tu caran ez jê sar nebûm…”
Yextyaran li gund digot: şehîd ne tenê ew in ên ku di şerî de têne kuştin! Lewra ên di seferê de dimrin jî şehîd û cangorî ne. Ji ber vê jî cihê kek Abid di nav refên cangorîyên Kurdistanê de ye, lewra ku wî qet dest ji vî şerî berneda. Çendî ku nedixwest tevî siyaseta kurd ya kirêt bibe jî dîsan ew her di heraketê de bû. Bûyerên li hemû perçeyên Kurdistanê ji nêzîk ve teqîp dikirin. Di wê bawerîyê de bûku kurd incex bi sîyasetê dikarin pirsên xwe çareser bikin. Xelasîya wan di vir de bû. Her tim behsa siyaseteke pak, vekirî, şefaf, demoqrat û kurdewarî dikir. Ji bo vê jî fikrên çê, bi nirxên kurdewarî girîng didîtin. Dixwest em bicivin, komên welê ên fikrî damezrînin! Kitêba wî ”Kultureke Polîtîk û Paradîgmayeke Nû” encama vê xebata wî bû. Çi di kitêba xwe de çi jî bi devkî her car digot: ”Çi dibe bila bibe lê em kurd divê hebûna xwe biparêzin û rêya vê jî xwedîlêderketina zimanê me ye”. Bê şik heger siyaseta kurd bikaribe jê îstîfade bike gelek fikir û pêşniyarên çê dê di vê kitêbê de bibîne û wekî kek Abid bicar digot dê bibe ”wesîleyeke” baş.
Me îro rojnamevan û nivîskarekî kurdperwer, bavû hevalekî dilsoz li biyanîstanê sparte axê. Ev ne xatirxwestinek bû, lewra fikir û bîrewerîyên wî dê di dilê me de di keftelefta me de mayînde bin. Ji ber ku xelkê me mezlûm e û welatê me hîn jî bindest e. Dawa kurd pîroz e, ya xak û rizgarîya Kurdistanê ye û berpirsyarî li her kurdî dikeve ku ji bo vê bixebite.
Demeke dirêj dê şûna te xuya be birawo
fikir û hesretên te dê bibin hêvîyên me
Ez dê şîna te bigrim birawo
welatê te, cihê tu lê çê bû û mezin bû
Kurdistan dê şîna te bigre birawo
Bila ruhê te şad be!
Kurdistan lawên xwe jibîr nake!
Jêder: Facebook a Alî Kut