Weliehtê Siudîyê Mihemmed bin Salman bi serdanekî gihat paytextê Tirkiye Enqere. Salman ji aliyê Tayib Erdogan ve bi rewresmekî hate pêşwazîkirin. Piştî hevdîtina Erdogan û Salman daxûyaniyek hevbeş hate ragihandin. Di daxûyaniyê de dibêje ku, dê bazirganiya navbera herdu welatan de bê pêşvebirin û hesanîkirin.
Salman li dadgehên Tirkiye wek berpirsê kuştina Rojnemevanê ji Siudiyê Kaşikçi dihat dîtin. Ji bo vê jî rewrisma jêre hatî çêkirin bû sedemê hinek rexneyan.
Hevdîtina Erdogan û Salman 2 demjimêra berdewam kir û piştî hevdîtinê li Qesra serokkomariyê hevre şîv xwarin.
Daxûyaniya hatî ragihandin de dibêjin: Weliehtê Siudiyê Salman li ser vexwandina serokkomarê Tirkiye Tayib erdogan serdana Enqere kiriye.
Herweha hatiye diyarkirin ku, hevdîtin di warek gelek germ û birayetî de hatine kirin.