Nivîsar

PKK û Hîzbullah ji Kurdan çi duxwazin ?

Demek gelek dirêj bû, di mabeyna PKK û Hizbullah’ê de bûyer neqewumîbûn. Berîya çend rojan ev bêdengîya li Batman’ê bi kuştina kesekî hate birîn.

Berîya vê bûyerê jî li zanîngeha Dîcle(Amed) yê, di mabeyna xwendekarande pevçunêk gelekî tûn pêkhatibû. Bi alîkarîya hinek hêzen dilsoz, BDP, HUDA-PAR û gelê Kûrd, ev bûyerana hatibûn sekinandin.

Ger em hinek dîroka nakukîyên di mabeyna PKK û Hîzbullah’ê binêrin, emê dema salên 1990 bibîr bînin. Jiber kû ev nakûkîyên bi dujminî û pir tûn di van salanda destpêkiribû. Ji 1990 î pêve, bi taybetî di 1992 heyan 1994 an gelek bûyer çêbûn. Di van bûyeranda, bi hejmarek fermî nêzî 700 kes hatin kuştin. Hejmarên birîndaran û kûştîyên veşartî jî mixabin nayê zanîn.

Liser navê endametîya PKK û Hîzbullah’ê bejî, wanê hatine kuştin tevahî zarokên Kurdan bûn. Nêzî 500 kes liser navê endamên Hîzbullah’ê, nêzî 200 kesjî endamên PKK hatine qetilkirin. Ji van hejmaran rastîya wê çiqas endamê PKK ê û çiqas endamên Hîzbullah’ê ne ew ne dîyare, jiber kû gelek kesên hamûtam û bê endam jî hatine kuştin.

Di van salanda li pişt Hîzbullah’ê hinek hêzên tarî wekî Dewlet’a kûr-tarî, û wek Ergenekon, hinek hêzên derveyî û bîyanî jî hebûn. Ewqas nebejî nezelalî di PKK ê dejî hebû. Lê mixabin çi bû bi elê Kurd bû.
Bi kuştina serokê Hîzbullah’ê Huseyîn Velîoğlu, tevgera Hîzbullah’ê hinek jê hatine girtin, hinêk jê revîn derve ên mayîn xwe bin erd bûn xwe veşartin. PKK û Hîzbullah pêwustî nedîn kû bi soz’û peymanekî vî şerrî bidine sekinandin. Li hember PKK hêzek anjî kesek nema, jiber vê sedemê ev bûyerên diqewumin di piştre hatin sekinandin.

17 Kanun 2012 de Hîzbullah manîfestoyek belavkir, di vê biryarêde dîyarkirin kû, ewên jivir’û pêve dest ji çekan vekşînin xwedî li dawa Kûrdî derkevin. Ji bin navê Hîzbullah derketin, bi navê HUDA-PAR Partîyek sîyasî bidar xistin dixweda guherandin çêkirin. Ev damezirandina sîyasî û guherahandin, xweşa hinek kesan’û hîzban nehatibejî ji alîyê hinek Kurdan’de hate ecibandin. Di Kurdistan’ê de pêwustî bi hêzek Ïslamî hebû, jiber PKK di vê qada herî girîngde valatî û astengîyek mezin çêkir.

Berîya çend rojan Serokwezîr’ê Tikîyê Erdoğan bi rayedar’û karbidest’ên HUDA-PAR’ê re li Enqerê civînêk pêk anî, ligor min di vê hevdîtinêde, Erdogan jibo hilbijartinên di pêşerojêda tên, ji HUDA-PAR’ê alîkarî xwestîye. Li hember alîkarîyê hinek sozjî dane, Erdogan di Kurdistan’ê da yekîtîyek di nava Kurdan’de naxwaze, HUDA-PAR’ê berbixwe dikişîne.

Jibo mesela Gel’ê Kurd’û Kurdistan’ê, ne PKK  nejî HUDA-PAR dilsoz nînin, jiber pirsgirêkên sîyasî û îdeolojîk bihev nakin yekîtîyek di nava Kurdan’de naxwazin. Herçend serokê PKK A. Öcalan bangekî kiribû kû HUDA-PAR dikare di nava DTK de cîhê xwe bigre, lê mixabin rêvebirîya PKK liser vê mijarê qet nesekinî gotina Apo jî berçav negirtin, di piştî vê banga Apo bûyerên li zanîngeha Dîcle’yê qewumîbûn. Ev pêvajo hatibû sabotekirin.

PKK û HUDA-PAR bi dujminî lihev dinêrin, ger meriv bi şêweyeke xirab lihev binêre, wê gelek caran bûyerên wusa wê biqewumin, jiber kû qada herdû hêzanjî di Kurdistan’ê daye, ewên gelek caran rastê hev werin kuştin’û qetilkirin wê çêbibe. Lê Gel’ê kurd êdî jivan bûyeran, û kuştina navxweyî gelek aciz bûne.

Neyê ji bîrkirin kû, jibo Gel’ê Kurd û jibo dawa Kurdistan’ê, kî dilsozbe, kî neteweyîbe, kî polîtîkayên hevkarî û rastî bi kar bîne û bimeşîne, ewê biserkeve.
PKK û HUDA-PAR, pêwuste kû ji derbasîyê ogit bigrin, di mabeyna xwede lihevhatinekî û paymanekî çêkin. Ger PKK-BDP bi Dewlet’ê re aşîtî û lihevhatinê pêktinê, çima  jibo dawa Kurdistan’ê bi Gel’ê xwere û bi hîzbên dinre aşîtî û yekîtîyê çênake ? Serokwezîr Erdoğan jibo bercewendîyê xwe HUDA-PAR’ê pêşwazî û qebûl dike, PKK-BDP jibo bercewendîyên Gel’ê xwe, çima hevdîtinekî bi wanre çênake ?
Jibo bûyera li Batman’ê pêkhat, herdû hêz çima şandeyek avanakin, liser vê bûyerê lêkolîn çênakin  û zelal nakin. Hûn çima hev tewambar’û sûçdar dikin.

Ne PKK-BDP û nejî Hîzbullah-HUDA-PAR li rûyême nenêrin jimere virr’û derewan nekin, Gel’ê xwe jî nexapînin, Hun di nava Gel’ê xwede yekîtîkî rastî çênekin, sîyaseta wejî, pişta wejî qirêje. Jibîr nekin kû, Gel’ê Kurd rojek bersiva we jî wê dide.

Salih’ê Cemal
07-11-2013

Back to top button