Yildiz: PKK birayê biçûkê Ergenekon e

Faysal Yildiz Serokê Komeleya Sahabe Der li daxuyaniyeke girseyî de wan êrîşên li ser kesayetiyên îslamî de PKK û BDP tawanbar kir û van êrîşê wan şermezar kirin.

Her wiha Yildiz bang li PKK-BDP kir û got: Li hember grubên Ergenekonê ku bi salan sîtem û zulm li gelê Kurd dikir hun bêdeng man û we xwe li pişt wan vedişart. We ji bo hesab ji wan nepirsî, ji ber ku hûn xwedî rêhevalên wekî Yalçin Kuçuk û Dogu Perinçek bûn. We ji yek kaniyê avê vexdixwar. Îro bo awayeke baştir eşkere dibe ku we berê pêkve çi kirdarên kirêt dijî Kurd kirine.      

Berdewamiya axaftina xwe de got: Em dixwazin van axan bikin Gulistan, lê belê PKK/BDP ji bo van axan bike Goristan çi ji destê wî tê dike.

Eşkereye ku hûn xizmeta Kurdan nakin, ji ber siyaseta we ya kirêt xortekî Kurd jiyana xwe ji dest da, bi hezaran xort jî we li nava xwe de kuşt. Xwîn ketiye nava çavên we û hûn bi her awayî dixwazin zarokên Kurdistan berdin hev û wan bi destên wan bidin kuştin.

Nerîna min :