Li Stenbolê pirtûkên Kurdî zêdetir difroşin

Li 32.pêşangeha Navnetewiya Pirtûkan ya li Stenbolê de pirtûkfiroş didin zanîn ku îsal pirtûkên Kurdî ji pirtûkên Tirkî gelek zêdetir hatine firotin û li gor salên berê firotina pirtukan sê qat zêdetir bûye.
Ahmet Onal Birêvebirê Dezgeha Xêrxwaziya Îsmail Beşikci da zanîn ku îro Ismail Beşikci jî li pêşangehê pirtûkên xwe îmza dike û her wiha dê li gel xwendevanên xwe hevpeyvînan pêkbîne.
Her wiha Onal da zanîn ku îsal kêşeya berbelaviya weşanxaneyan heye, weşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî difroşin standên wan ji hevdû gelek belav bûne, birastî xwendevan dixwazin hemû pirtûkên Kurdî li yek cîhekî peyda bikin.
Onal got: Eve 60 sale İsmail Beşikçi, di derbarê kêşeya Kurdî de dinvîse lê mixabin li çarçoveya Dezgeha Xêrxwaziya Ismail Beşikci de 42 pirtûk hene, ji van heta niha 15 pirtûk ji bo Kurdî hatine wergerandin, armanca ewe ku îsal hemû pirtûkên Beşikci wergerînin zimanê Kurdî (bi Kurmancî û Soranî).