Civak

PKK û Heşda Şeibî nahêlin rêveberiya Şingalê karê xwe bike

Berpirsên rêveberiya Şingalê ragihandin ku piştî biryar dan vegerin Şingalê û karê xwe li wir bikin, lê çekddarên PKKê û Heşda Şeibî astengî ji wan re derxistin û nehiştin karê xwe bikin.

Piştî dagîrkirina Kerkûk ji aliyê çekdarên Heşda Şeibî ve, wan çekdaran çend navçeyên din ên Kurdistanî û di nav de jî Şingal dagîr kirin, lewma jî rêveberiya Şingalê biryar da ku li Şingalê nemîne û di bin deselata çekdarên dagîrker de kar nekin. Lê îro wê rêveberiyê biryar da ku vegerin Şingalê û hewl bidin rewşa Şingalê bugherin, lê çekdarên PKK û Heşda Şeibî astengî ji wan re derxistin û nehiştin karê xwe bikin.

Derbarê wê yekê de, Qaymeqamê Şingalê Mehma Xelîl ji malpera KDP.info re ragihand: “Em hemû hewlên xwe didin ku em biçin nava Şingalê, lê çekdarên Heşda Şeibî û PKK rêgiriyê li me dikin û nahêlin rêveberiya şeriî û rewa ya Şingalê derbasî Şingalê bibe û karê xwe bike.”

Mehma Xelîl wiha got: “Li deriyê bajar em sekinandin, ku PKK û Heşda Şeibî hêzeke mezin şandin pêşiya me û nehiştin ku em derbasî Şingalê bibin.”

HevdemSerokê Encûmena Qezaya Şingalê Weyis Nayif ji malpera KDP.info re ragihand: “PKK û Heşda Şeibî bi hêzeke mezin li deriyê Şingalê hatin pêşiya me û nehiştin ku em vegerin nava Şingalê.”

Nayif wiha got: “PKK û Heşda Şeibî hêzeke mezin şandine pêşiya me û ew hêz nahêlin ku rêveberiya şeriî ya Şingalê derbasî bajêr bibe, tevî ku ew hêzên ku niha li wir in, neşeriî ne.”

Weyis Nayif wiha domand: “Em bi biryara Hikûmeta Iraqê û Encumena Parêzgeha Mûsilê vegeryane Şingalê, lê ew hêzên li wir rêzê li vê biryarê nagrin û valahiyeke siyasî û ewlehî li wî bajêrî heye.”

Back to top button