Polîtîk

Gelo dîtina we çiye?

Destpêka şerê rêxistina terorîs a DAÎŞ û têkbirina vê rêxistinê ji aliyên Pêşmergeyên Kurdistanê, ji bo Kurdistana Başûr pêvajoyek nû destpêkir. Li Başûr gavek dîrokî hate avêtin û referanduma serxwebûna Kurdistanê hate kirin. Piştî referandumê, hukumeta Iraqê li gel Milisên Şîe û hêzên Îranê êrîşê Kurdistanê kirin.

Di vê pêvajoya zehmet de xiyaneta 16ê Cotmehê pêkhat . Pêşmergeyan bi rûmet li himber van êrîşa û xiyaneta hatî kirin Kurdistan parast û nehişt armancên dijmin li Kurdistanê bi cih bibin.

Dorpêçek berfireh li ser Kurdistanê hate li darxistin. Kurdistan gelek tengav bû. Dayin û standina nefesê li Kurdistanê zehmet bû. Lê bi îradeyek mezin û xweragiriyek ji aliyê xelkê Kurdistanê hat nîşandan, bi îrada xelkê, qehremaniya pêşmerge û siyasetek rasteqênî Kurdistan ji vê pêvajoya teng derbas bû.

Hilbijartinên Iraqê hatin kirin. Piştre jî hilbijartinên Kurdistanê pêkhatin. Encama hilbijartina  pêvajoyek nûjen û geş dide pêşiya Kurdistanê.

Ji bo vê yekê dîtina we birêzan xwendvanên Rojevakurd gelekî girînge.

Rêdaksyona Rojevakurd daxwazê ji we yên birêz dike bersiva pirsên me yên li jêr bide û her ji niha gelek sipas ji bo hevkariya we:

Pirs: Hilbijartinên parlementoya Kurdistan çêbûn. Encamên hilbijartina eşkere bûn. Li gora encama hilbijartina  hûn rewşa siyasî li başûrê Kurdistanê çewe dinirxînin?

Pirs: Li gora we gerek hikûmetek çewe bê avakirin; hikûmetek bingeh berfireh bi lihevkirina hemû aliyan û kompromîs yan jî hikûmetek li gor encamên hilbijartinan be?

Pirs: Li gora dîtina we gerek bernameya hikûmeta nû de  çi armancîn sereke û leztir hebin ji bo baştirîn rewşa Kurdistanê.

Redaksiyona Rojevakurd

 

Back to top button