Endamekî serkirdetiya PDKê dibêje, PDK dikare bêyî partiyên din hikûmeta nû ya Kurdistanê pêk bîne ji ber ku kursiyên wê têra rêjeya %50+1 dikin.
Endamê serkirdetiya PDKê Nûrî Heme Elî ji BasNewsê re got, PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de serkeftinek mezin bi dest xist û piraniya kursiyan bi dest anî. Ji ber wê jî dikare bi tenê hikûmetê pêk bîne çimkî kursiyên wê têra rêjeya %50+1 dikin.
Nûrî Heme Elî her wiha got, qesta min ji vê yekê ew e ku YNK bi 21 kursiyan nikare daxwaza postên mezin bike. Mirov divê bi qasî bejna xwe kincên xwe bide dirûnê. Em dikarin ji ber xatirê rewş û şertên Kurdistanê beşek ji desthilatê bidin YNKê lê eger ew sînoran derbas bikin û daxwaza postên mezin bikin wê çaxê rewş tê guhertin.
Wî berpirsê PDKê da xuyakirin ku PDKê gelek caran nermahî nîşan daye û got, lê mixabin hinek partiyan ew nermahî xirab bikar anîn. Divê ew hişyar bin û êdî mîna berê hikûmetê di nîvê rê de nehêlin.
PDKê di hilbijartinên Kurdistanê de 45 kursî bi dest aniye.