Polîtîk

PKK sivila dike mertal û Tirkye bombebaran dike

Çekdarên PKKê li Kurdistana Başûr li gunda cih dibin û nêzikî gundan baregehên xwe ava dikin. Tirkiye jî bi mebesta hebûna çekdarên PKKê berdewamî deverê bombebaran dike. Rojane balefirên Tirkiye yên cengî li deverêne û bombeyan dirêjin.

PKK li herêmê gelek zanebûn xwe têxe nava gundiyan û kesên sivîl. Bi bombebarana Tirkiye ziyanek mezin digihe mal û canê gundiyên kurd. Gelek cara mecbûr dibin gundê xwe dihêlin û diçin deverên din. Lê ev yek ne xema PKKê ye. Siyaseta PKKê ya ku xelkekî sivîl ji xwere bike mertal berdewam e. Bûyera Şaladiza nimûna herî berbiçave.

Hukumeta Kurdistanê dê mecbûr bimîne di vê derbarê de bala PKKê bikşîne. Rojane PKK bi kiryarên xwe dibê tehdîtek mezin li ser jiyana xelkê sivîl li başûrê Kurdistanê.

Balefirên Tirkiye herî dawî gundên devera Akrê kir armanca bombebarana xwe.

Muxtarê gundê Bakirman Necîm Mihyedîn li devera Akrê  dibêje gundê wan bi 15 kîlometreyan dûrî navenda Akrê ye û li gundê wan berê cihekî stratejik bû dema şoreşê û Pêşmerge lê diman. Herwiha aniha hêzên PKKê li gund û herêmê belav bûne û ji ber hebûna hêzên PKKê Tirkiyê gundê wan û herêma wan borduman dike. Hereiha Mihyedîn dibêjî firokeyên şer ê Tirkiyê îro 2 caran devara gundê wan bordûman kiriye û cihê hatiye borduman kirin bi tenê 2 kîlometreyan dûrî gund e.

Herwiha Mihyedîn dide zanîn ku ew cihê îro du caran hatiye bordûman kirin cihê rez û bostanên xelkê bûye û xelk li wê deverê ajaldariyê jî dikin. Di berdewamiyê jî da Mixtar Mihyedîn wiha got: “Hemd bo Xwedê çi zirara canî nebûye lêbelê rez û bostanên hemwelatiyan gelekî zirar dîtine. Dibêjin PKK liv ê ye me çi PKK li wê herêmê nedîtine û heger bordûman wisa berdewam bike wê xelk ji herêmê derkevin. Metirsî li ser jiyana xelkê çêbûye. “

Back to top button