Cîhan

Erdogan zilamê Rusya di nava NATOYê de ye

Moscow Times di derbarê firotina fûzeyên S-400 de nirxandinek kir û rojnameyê di nirxandina xwe de Erdogan wek zilamê Rusya di nava NATO yê de nav kir.

Moscow Times dide xûyakirin ku; bê ku Rusya fîşekekî biteqînê, tankekî bi kar bîne , welatekî ji Tora wê ya eskerî dertêxe yekitiya NATOyê dikare dawî bîne.

Rusya vê hewldanê dike lê tu siza jî nayên çespandin, serde jî bi firotina S-400 dan 2.5 milyar dolar feydê dike.

Moskova û Enqere peymana xwe dawiya sala 2017ê ragihandin, ji wê rojê pêde DYA eşkere kir ku sistema S-400ê li gel NATOYê nagunce. Lê eşkere bû ku sistema S-400 li gel sistema NATOYê digunce. Lê xûyabû ku, DYA vê yekê ji bo balefirên F- 35ê dibêje. Jiber ku balefira S-35 dê wek balefira NATOYê bê bi karanîn û sistem li ser vê bê avakirin. Ev yek jî pêwendiyên Tirkiye û Amerikayê ber bi têkbîne ve dibe.

Tirkiye heta sala 2023ê 100 hep balefirên F-35 dikire û dê li Tirkiye ji bo kontrola van balefirên li Ewropayê nawendek ya kontrolê bihata avakirin. Dê helwesta Tirkiye 12 milyar dolar feyde bida DYA. Ev dihat wateya ku dê Tirkiye ji bo kirîna F-35a 9-10 milyar dolar bidan Amerikayê .
Li gora rojnameyê niha ev yek tê diçe û hevalbendiya Amerika û Tirkiye û pêwendiyên wan dikeve di qonaxek xirab de. Rojanama Moskova Times Erdogan wek zilamê Rusya di nava NATOYê de bi nav dike.

Back to top button