PKK, Şerê Birakujî û Yekîtîya Neteweyî

 

“Şerê birakujîyê” her dîsa mijara sereke ku li rojevê ye. Heker mirov dîroka hinek partî û aliyên siyasî yên li gel hev şer kirîne binirxîne, mûmkûn e wateya”şerê birakujîyê” biguhere. Di vê dema dawîyêde; PKKê dîsa dest bi êrîşên li himber PDKê kirîye. Di bingehê xwe de şerê medyayê ya li himber PDKê bi tenê li hember xeta siyasî ya netewîye û gelek bi zanebûn vê yekê wedişêre ku destkeftîyên Başurê Kurdistanê dike armanca êrîşên xwe.

Kurd jî têde, herkes helwesta serok Barzanî ya li himber “şerê birakujiyê” baş dizane. Barzanî roja 01.06.2010ê di gotara xwe de hem bi zelalî behsa şerê biiakujiyê dike û hem jî daxwaza lêborînê ji qurbaniyên şerê navxweyî dike. Şerî, wek şerê xwekujîyê dide nasandin. Herweha Barzanî di heman gotarê de : “Em tu caran ji ber berpirsyarîyê nereviyane. Belê şerê xwekujîyê bûyerek bû û çû û em rê nadinê ku careka din çêbibe. Bi tu awayî careka din dubare nabe ku xwîna kurdan bi destên kurdan birije.”

Hem kurd hem jî cîhan hemû ji vê helwesta Barzanî û PDKê bawer e. Lê mixabin di vê dema dawiyêde PKK ji aliyekî  êrîşek tund tînê ser PDKê û wê bi dezinformasyon, manîpûlasyon û hincetên ne exlaqî tawanbar dike.

Ji aliyekî êrîş dike û ji aliyê din jî qala “Yekitiyek Netewî” û “Şerê Birakujîyê” dike. Tu pêwendiya PKKê bi netewîyetêre tuneye/nemaye. PKK, heta îro bingeha sîyaseta xwe li dijî nirxên neteweyî kirîye, li deverên ku serdest e, alaya Kurdistanê û nave Kurdistanê jî binpê û qedexe kirîye. Bi vê sîyaseta xwe têgeha netewîyetê û hemû daxwazên kurdan yên millî red kiriye û eşkere ye ku li dijî serxwebûna Kurdistanê tevdigere. PKK, bi zanebun têgeha “Yekitiya Neteweyî” li rojeva xwe de digre lê mixabin armanca wê berevajî ye.

Destpêka PKKê ya li bakurê Kurdistanê jî her dîsa li ser şerê aliyên din yên Kurdistanî û tunekirina wan e. Rêxistinek li bakurê Kurdistanê nemaye ku PKKê şerê wan û dijminahîya wan nekirîye. Heker rêxistinek hebê bila xwe eşkere bike. Ji bilî vê jî, li başûrê Kurdistanê şerê PDKê û YNKê jî kirîye. Li rojhilatê Kurdistanê şerê partiyên siyasî kirîye û her wuha li rojavayê Kurdistanê jî helwest û hevkariya wê ya li gel rejimê ne xef e. Ji hemûyê girîngtir, PKK bi hezaran şervanên xwe bi destê xwe qetil kirine. Ocalan bi xwe dibêje: 15 hezar insan di nava PKKê de hatine kuştin. Dixweyê hêjmar gelekî zêdetir e jî.

Heta ku sîyasetmedar, rewşenbîr, hûnêrmend û civata kurd vê rastiya PKKê nebînin û li gora vê yekê nebin xwedî helwest û destkeftiyên neteweyî neparêzin dê kurd hemû bixûsirin. Her çiqas piraniya civata kurdan rastiya PKKê dizane û tê bigihe jî lê berjewendiyên rojane û bê kesayetî, dihêlê ku sîxûriya dagirkeran, çavên xwe li rastiyê bigirin û bibin sedemên xirabiyên li dijî Kurdistanê.

Heta ku aliyên siyasî yên Kurdistanê li hemû beşên Kurdistanê, tevgera PKKê di vijdana xwe de mehkûm nekin û li gora wê jî nebin xwedî helwest, dê parastina hinek destkeftiyên neteweyîde zehmetiyên mezin bibînin û dê nekaribin stratejîyek Kurdistanê ya dirust bidin pêşiya xwe.

Mehmet Gorenê ku niviskarê Lêkolînê ye , di nivisek ya xwe de dibêje: “Malbata Barzanî heta dema Şêx Ebdulselam û Şêx Ehmed niştimanperwer bû. Lê Mele Mistefa li gel Îranê dest pêwendiyan kir û bi vê yekê hevkariya wan li gel dagirkeran destpêkir. Dema Mesud Barzanî de pêwendiyên li gel Tirkiyê li ser esasê dijitiya kurdan de pêşvetir çûn.”

û di dûmahika gotara xwe de jî : “.. vêca dema wê hatiye ku, kurd vê rewşê bi cesaret gotubêj bikin.”

Ev necamêr li gora aqilê xwe bangê li kurdan dike ku ew li dijê PDKê û Barzanîyan têbikoşin. Anku xelkê Kurdistanê li himber PDKê vedwexîne şerî.

Herkes dikare Barzanîyan û PDKê rexne bike, behsa kêmasîyên wan bike . Lê pêwîst e her kurd vê baş bizanibe ku Barzanî û PDK ji bo kurdan heviyên herî mezin in. Ji bo destxistin û parastina mafên neteweyî baştirîn deman in. Bê şik û mûnaqeşe, ew navend û navnîşana xeta neteweyîne.

Temsîla nirx û bawerîyên neteweyî bi serwerîya Pêşmergeyên qehreman û rêbaza Barzanî ve dê her bilind bibe. Serkeftina vê xeta serxwebunxwazîyê, dê bê şik têkçûna PKKê bi xwe be.

Dara Bîlek , 5.5.2020

Nerîna min :