
Desteya Tendirûstiya Herêma Cizîrê tekez dike ku heta niha ji bilî Herêma Kurdistanê, ti aliyekî yan rêxistinekê alîkariyê ji bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê li wan nekiriye.
Dr. Menal Mihemed Hevserokê Tendirûstiya Herêma Cizîrê îro li bajarê Qamişlo li civîneke rojnamevaniyê de zanyariyên dawî yên di derbarê belavbûna vîrusa Korona li Rojavayê Kurdistanê da û ragihand, rêkarên wan yên ji bo rûbirûbûna Koronayê li ber girtine, serkeftinê bi xwe re aniye û heta niha tenê 2 li herêmên wan bi vîrusa Koronayê ketine.