Cîhan

Çînê firokeya cengî ya Xian H-20 derxist bazarê

Çîn firokeya cengî ya bi cûreya Xian H-20 ku firokeyeke barhilgir û êrîşbere derxist bazarê û da nasandin.

Çîn li rojnameya fermî ya Xinhua ya Komara Gel ya Çînê de bi awayeke fermî berhemanîn û firotina firokeya cengî ya H20 ku cûre firokeye barhilgir û êrîşbir pejirand.

Çîn yekemîn care firokeyeke bi vî cûreyê êrîşbir û barhilgir pêşxistiye û ev firokeya cengî bi awayeke stratejîk hêza Çînê bihêztir dike.

Ev firokeya cengî dikare mûşekên navekî bikarbîne û giraniya wê 200 tone û li sala 2000 de dest bi berhemanîna vê firokeyê kirine û li sala 2016 an de yekem car berhemanîna wê hatibû ragihandin.

Back to top button