Qauîmeqamê Şingalê ragihand ku, PKKê heta niha jî ji avahiyên hikûmî yê Şingalê derneketiye da ku em dest bi xizmetan bikin, eger ji wan avahiyan dernekeve emê li dadgehên Iraqê û dadgehên navdewletî jî li wan gilî bikin.Mehma Xelîl Qauîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “PKKê heta niha jî ji avahiyên hikûmî yê Şingalê derneketiye da ku em dest bi xizmetan bikin. Ew rêz li xelkê Şingalê nagirin. Encumena Parêzgeha Mûsilê û qayîmeqametiya Şingalê daxwaz ji wan kirin ku ji avahiyên hikûmî derkevin, lê naxwazin derkevin û dibêjin em tenê bi gotina Bexdayê dikin, lê ti pêwendiya vê yekê bi Bexdayê ve tune ye û ew yek ji desthilata Parêzgeha Mûsilê ye.”Mehma Xelîl wiha got: “Eger PKKê ji avahiyên hikûmî dernekeve emê li dadgehên Iraqê û dadgehên navdewletî jî li wan gilî bikin. Em bi fermî daxwaz ji wan dikin wan avahiyan vala bikin da ku em dest bi xizmetan bikin û xelkê vegerînin ser mal û halên wan.”Tê zanîn ku piştî rizgarkirina Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge bi serperiştiya Serok Barzanî bi dawî hat, çekdarên PKKê ji ser Çiyayê Şingalê daketin û 7 avahiyên hikûmî yên nava bajêr kirin baregehên xwe û niha dibêjin divê Bexda ji me re bêje derkevin, lê ew kar pêwendî bi Encumena Parêzgeha Mûsilê ve heye û wê mohlet dabû wan ku ji Şingalê derkevin, lê dibêjin em dernekevin.
Pêş
03/06/2026
Serok Barzanî û Serokê Hevpeymaniya Ezim rewşa siyasî gotûbêj dikin
03/06/2026
Elî Zeydî bo şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê: Ji sibê ve dest bi kar bikin
Têkildar
Balkêş e ?
Close
-
Koçber vedigerin02/06/2026


