Polîtîk

PKK li pêşiya serxwebûna Kurdistanê asteng e

Şingal a ku bi operasyonek dîrokî û serkeftinê ji destê hovên DAIŞê hate rizgarkirin, niha jî di bin gefa çeteya PKKê de ye. Me berîya operasyona Şingalê di dema operasyonê de û piştî operasyonê bi israr hişyariyan kir.Bi kurtasî me di van hişyariyên xwe de;Me nivîsandibû ku; ji ber mîsyona PKKê herî kêm bi qasî DAIŞê xeter e, ji ber îdiaya “Kurdbûnê” di demdirêjî de wê gelek zêdetir xisaran bide, lazim e Şingal tevlî DAIŞê ji PKKê jî were rizgarkirin, an na wê Şingal nikaribe azad bibe, nermbûna zêde ya Serok Barzanî û argumana wî ya “birakujîyê” bêmane ye, wê PKK li hember vê helwesta nerm û çêkir zêdetir ji ser xwe ve biçe û îxaneta xwe eşkeretir bike, li pêşiya mafên netewî ya Kurdan astenga herî mezin PKK ye, Kurd çi qas xwe dûr bigirin jî wê PKK êrîşî Kurdan bike, PKK di hişmendiya “An hûnê dev ji her tiştî (Kurdistan jî tê de) berdin an hunê bi min re şer bikin” de ye û ji ber vê jî neyta baş a yek alî bi kêr naye, zêdetir ewê zirarê bide destkeftiyên netewî yên Kurdan… “Meclîseke” ku ji aliyê 4-5 qeşmerên girêdayî PKKê ve hatiye damezrandin, daxuyaniyeke ku tê de damezrandina Rêvebiriya Xweser a Şingalê îlan dikin weşandine. Çeteya PKKê ku di bin sedan navan de bi sedan “Meclîs” û “Rêxistinan” ava dike, li ku dere miroveke beredayî, pêxwas û bêrûmet ku ji bo pereyan dikarin hemû Kurdistanê bifroşin hebe gişa dike “Serokê tiştekî”. PKK a ku heman lîstikê li Şingalê jî dilîze, vê carê rasterast leşkerên bi meaş ên ku girêdayî Rêvebiriya Navendî ya Iraqê ne bi kar anî. Vê îlana ku ji aliyê çeteyan ve hate kirin, tê maneya ku Şingalê ji Kurdistanê veqetînin û bifroşin dagirkeran. Meeya herî sivik ê vê rewşê cehşîtî, îxanet û bênamûsî ye.Niha lazime hemû kes kumê xwe dêyne berxwe di serî de jî Serok Barzanî…Wê bi hinceta “Birakujî çê nebe” liv ê îxanetê çav bê girtin?Ger ev “Neyta baş” ku li hember cehşan tê nîşandan wê paşeroja Kurdistanê têxe xeteriyê, ev êdî ji neyta başbûnê derdikeve. Ji ber ku tu kes û tu tişt ji serxwebûna Kurdistanê ne girîngtir e. Ji ber vê yeke yên ku xisarê didin serxwebûna Kurdistanê kî dibin bila bibin lazim e bên bêtesîr kirin. Divê ji çeteya PKKê re zêdetir tolerans neye nîşankirin, ji ber ku ger derfeta wan çêbibe xuyaye ku wê di xerakirina Kurdistanê de ji dewletên dagirker jî bibuhirin.Aliyên polîtîk ên Kurd û çapemeniya Kurd a ku hewl didin di bin navê “yekîtî û biratiyê” de cehşbûna PKKê normalîze bikin, perçeyekê îxaneta Şingalê ne. Çapemeniya bakûrê Kurdistanê bi giştî di vî karî de xwedî berpirsyar e. Çapemeniya başûrê Kurdistanê jî (Saziyên wek Rûdaw û Nerînaazad) bi israr bi pêşkêşkirina çîrokên “yekîtiya Kurdan” PKKê wek “rêxistineke Kurdan” nîşan dan û alîkariya vê îxanetê kirin/dikin.Hemû kesên ku qala dewletbûnê, qala mafên netewî dikin û hewl didin ku îxaneta PKKê asayî nîşan bidin şirîkê vê îxanetê ne. An eşkere bikin ku hun saziyên girêdayî PKKê ne û xizmetî polîtîkayên îxanetê yên PKKê bikin an jî qala dewletbûnê nekin û xeta netewî şolî nekin. Hin belengazan ji ber ku em balê dikişinin ser xeterîyan û dibêjin ku ji bo pêşî lê bê girtin lazim e ji PKKê re bibêjin bisekin; vê rewşê wek “Hun dixwazin Kurd hevudû bikujin” nirxandin. Em dixwazin ku hemû kes ji cehşitîyê bibêje bes e, ên ku nikaribin bibêjin bes e jî vê îxanetê meşrû nekin. Em dibêjin ku bi ser ku rola îxanetê ya PKKê tê dîtin bi etîketên wek “Rêxistina Kurdan” cehşitîya wan neye meşrûkirin. Hemû kesên ku li pêşiya serxwebûna Kurdistanê asteng in dijminê Kurd û Kurdistanê ne û astenga herî mezin jî PKK ye. Bi ser vê rastîyê jî ji bo PKKê bikaranîna peyva “Bira”, ji xeynî ku îxanetê wek bira dîtin ve ne tiştek din e. Çavên hemû “çêker, yekîtîxwaz û heskiriyên biratiyê” ronî be; ji bo ku we li Şingalê bi îxaneta “Xweserîyê” “Yekîtiya Kurdan” ava kir. TEVGERA CIWANÊN KURDISTANÊ03.12.2015AMED/KURDISTAN

Back to top button