Mîr Kamîran Bedirxan di bîrame de ye

Di sala 1978’an û di rojekê wekê îroyê de Nivîskar, Helbestvan, Dîplomatkarê Kurd, Doktorê Hiqûq û Profesorê Zimanê Kurdî Mîr Kamiran Bedirxan li Parisê koça dawî kir.Mîr Kamiran Bedirxan di 21ê Gelawejê (Tebax) 1895’an de li Stenbolê ji dayik bû. Wekî her du birayên xwe yên mezin Sureyya û Celadet ket li ser rêya bapîrê xwe yê mezin Mîr Bedirxan ê Cizîra Botan. Ew navekî mezin û girîng bû, lê hilgirtina wî navî jî ewqas zehmet bû. Ji biçûkiya xwe de xewna wî yê ji hemûyan balkêştir ew bû ku li ser rêya bapîrê xwe yê hate nefîkirin bidomîne. Mîr Kamiran heya temenê wî 17 sal bû gelek bîr û baweriyên wî li ser îslamê bû. Ew gotibû (Baweriya min bi Islamê gelek hebû ji bo min parastina vê olê tiştekî gelek girîng bû.) Lê rojek (Arif Beg (Jonturk) ko naskiriyê bavê wî bû û li dema xwe de dadwerê mezinê Stenbolê bû, di axaftina xwe de diyar kir ku nêzîkbûna jenosayda Ermeniya û domkir û got dema em ji wan biqedin roja Kurda wê bê. Kamiran rabû û derket bêyî ku silava wî mêrikî bike û got (vê carê ez têgihiştim ko biratiya misilmana bi tenê peyveke û êdî tu hêviya min ji Tirka nemaye û êdî divê destpê bikim dijî wan rawestim û şerê wan bikim) ji wê rojê û şûnda destpêkir têkoşîna xwe ya siyasî û çandî.Piştî şikestina Ararat 1927 sê bira ji hevdû diqetin Sureyya diçe Misrê û Celadet û Kamiran berê xwe didin Elmanya. Li wê derê Mîr Kamiran doktorayê xwe li Leipzig temam kir. Salên 30 ê li Beyrûtê nivîsîngehek parêzeriyê vedike û di heman demî de digel birayê xwe Celadet li kovara Hawar û Ronahiyê de dinivîsand û bi vî awayî hêdî hêdî hate naskirin. Dema şerê cîhanê yê duyemînê Mîr Kamiran dest bi rojnameya xwe ya du zimaniya Fransî û Kurdî ya bi navê Roja Nû ya rojane dike. Li wê rojnameyê de dijayetiya xwe ya ji bo Nazismê diyar dike û her wiha bê westan û rawestanê dengê zilameke xemgîn ku dixwest ji cîhanê re kêşeya gelê xwe bide zanîn.Piştî şerê cîhanê yê duyemînê hizir kir ku çûna wî ya li Ewrûpa wê ji mayina wî ya li rojhilata navîn bi sûdmendtir bibe û hêdî hêdî berê xwe da Fransa û di sala 1947’an de li Parisê bi cîh dibe û li wir navenda xwendina Kurdî vedike û di derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de destpê karê nivîsandin û çapkirina belavokên dike. Di sala 1948 an de diçe Wilayetên Yekgirtiyê Emerîka û memorandûmek li ser rewşa Kurda pêşkêşî sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî dike lê mixabin tu bersîv wernagire.Di heman demî de xwendina zimanê Kurdî li zanîngeha zimanên Oryantalî ya Sorbonê vedike û dest bi dersên zimanê Kurdî dike. Ji salên 1961 ê pêve hemû kar û xebatên xwe li ser şoreşa Kurdî ya ku bi serokatiya Mela Mistefa Barzanî berhev dike û bala dewletên mezin dikşîne li ser kuştin û şewitandina gundên Kurda û amadekariyê çûn û hatinên rojnamevanên biyanî yên li Kurdistanê dike. Dîsa vedigere Neteweyên Yekgirtî da ko careke din dengê xwe bide bihîstin.Di Sala 1970’an de dixwaze ew bi xwe here Kurdistanê û têkilî Pêşmergeyan bibe û jiyana wan ji nêzîk ve bibîne. Her wiha berî ku koça dawî bike dixwaze careke din bi çavê xwe Kurdistanê bibîne. Nemir Mela Mistefa Barzanî bi awayeke germ pêşwaziya wî dike û rola wî gelekî bilind dinirxîne. Ji her çar perçeyên Kurdistanê Kurd têne seredana wî û silava wî dikin. Hingê Mîr Kamiran pêdihese ku xebata wî serkeftî bûye.Li gora peymana 11ê Adarê diviya cigirê serokkomarê Iraqê kurd bûya. Barzaniyê nemir ji Kamiran Bedirxan re dibêje: Ez dixwazim hun bibin cigirê serokkomar ûkurdan temsil bikin.Li himber vê teklifa Barzanî, Kamiran Bedirxan spasiyê dike û dibêje: Min tu cara karê dewletê nekiriye. Lê daxwaziyek ya min heye. Dema Kurdistan azad bibe hun kutabxaneyekî bi navê birayê min Celadet Bedirxan li Kurdistanê vekin.Di roja 04.12.1978 demjimêr 17:00 an de, Nivîskar, Helbestvan, Dîplomatkarê Kurd, Doktorê Hiqûq û Profesorê Zimanê Kurdî li Zanîngeha Oryantala Sorbonê, li Nexweşxaneya St. Paul li Parisê koça dawî kir.Berhemên Wî:1- Elfaba Min, Çapxana Hawarê, Şam 1938, 32r2- Langue Kurde, Paris 1953, 253r3- La Question Kurde, Paris 19594- Le Kurde Saus Peine, Paris 1965, 172r5- Der Adler von Kurdistan, Postdam 19376- Destpêka Xwendinê, Paris 1971, 165r7- La Lyre Kurde, Le Calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî)8- Çarînên Xeyam9- Dilê Kurên Min, Kitêbxaneya Hawarê10-Elfabeya Kurdî Kitêbxaneya Hawarê11- Xwendina Kurdî, Kitêbxana Hawarê Demascus 193812- Dersên Şerîetê, Kitêbxana Hawarê13- Proverbes Kurdes (Metelokên Kurdî) Lucy Paule, Marguerite û Kamûran Alî Bedirxan, Paris 193714- Le roi du Kurdistan (Qralê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Adolphe de Falgerolle. Paris 193715- Der Adler von Kurdistan (Eyloyê Kurdistanê) Kamûran Alî Bedirxan û Herbert Ortel. Berlin 193716- Der Schnee Des Lichtes (Berfa Ronahiyê) Şihrên Kurdî Kamûran Alî Bedirxan û Dr Curt Wunderlich, Berlin 193717- Edirne Sukutunun iç yuzu Kamûran Alî Bedirxan Celadet Alî Bedirxan Çapxana Serbestî18- Ji Tefsîra Quranê, Paris 197119- Le Dossier du Kurdistan du Sud(Dosya Kurdistana Başur) Paris 196520- Fêrbûna Xwendina Kurdî, 1968 Paris 61r21- Turkçe izahli Kurtçe Gramer çapa 2 Ozgurluk Yolu Istanbul 1977, 60r22- Zimanê Mader, la langue Maternelle, alphabet et lectures Kurdes Paris 196523- Zimanê Kurdî Gramera Kurdî, Tirkî Dr Kamûran Alî Bedirxan û S. Şivan Weşanên Kawa Istanbul 197624- Nivîsa min, Mon Livre Cours Pratique de la langue Kurde Paris 196525- Livres Scolaries Kurdes, Damas 193726- Le calvaire du Kurdistan (Helbestên Fransizî) Paris 26rBerhemên Çap Nebuyî1- Ferhenga Kurdî-Fransizî2- Tefsîra Quranê (Bi tenê ji hinek sûreyan çap bûne)3- Çar Încîl –

Nerîna min :