CîhanKultur

Serdana Barzanî di medya Erebî de

Medyayên welatên Kendavê û Erebistana Siûdî romala serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Riyaz dikin û wê serdanê bi giring didin xuyakirin.Ajansa SPA a Siûdiyê di nûçeya yekê ya rojneme û malpera xwe de amaje bi serdana Barzanî bo bo Riyaz û civîna wî ya ligel Şahê Erebistana Siûdî Şah Selman Bin Ebdulezîz kir.Wê ajansê wiha nivîsandiye: “Wek çawa Barzanî dilxweşiya xwe nîşan da bi vê pêşwaziya gerim ku lê hat kirin, Şah Selman jî kêfxweşiya xwe bi serdana Barzanî nîşan da.”Derbarê naveroka wê hevdîtinê, SPA wiha domand: Herdu aliyan giringî dan pêwendiyên di navbera xwe de.Herwiha rojnameya Şerqulewset romala serdana Barzanî bo Riyaz kiriye û amaje bi wê yekê dike ku, Şah Selman û Barzanî pêşxistina têkelî û hevahengiya di navbera xwe de nirxandin.Şêwirmendê Ragihandinê di Serokatiya Herêma Kurdistanê de Kîfah Mehmûd ji Şerqulewset re gotiye: “Herêma Kurdistanê ji hemû cîhanê re diyar kir ku, li navçeyê tenê ew li ser erdê şerê terorê dike, herwiha Siûdiyê jî di vî şerî de bi roleke girîng radibe, lewma ew serdana Barzanî pir girîng e bo jinavbirina DAIŞê.”Kîfah Mehmûd wiha ji rojnameyê re gotiye: “Piştî pirsa şerê terorê, pirsa aborî di navbera Hewlêr û Riyaz de mijarekî dinî wan civînan bû, bi taybetî veberhênana şîrketên Erebistanê li Kurdistanê. Ew pirs pir girîng e, ji ber ku dê di berjewendiya herdu aliyan de be, herwiha di berjewendiya asayîş û ewlehiya Kurdistanê de be.”Şerqulewset di dawiyê de nivîsandiye, “Di çend salên borî de, Serokê Herêma Kurdistanê di avakirina pêwendiyên bihêz ligel welatên erebî bi giştî û welatên Kendavê û Siûdiyê bi taybetî bi ser ketiye. Herwiha behsa serdana sala 2010 a Barzanî bo Riyaz û civîna wî ligel Şahê berê yê wî welatî Şah Ebdulah, kir.”Televîzyona Alarabiya ya ser bi wî welatî behsa serdana Barzanî bo Riyaz kir û got: “Herdu serok çend stratejî û pirsên cuda nirxandin, ew jî bo zêdekirina hevahengiya di navbera xwe de.”Hevdem ajansa fermî ya Kuwyetê Kuna behsa serdana Barzanî bo welatên Kendavê û bi taybetî Erebistana Siûdî û civîna wî ligel Şah Selman kir û got: “Herdu serokan pêwendiyên hevbeş û pirsên cuda yên navçeyê nirxandin.”1ê vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Riyazê ligel Şahê Erebistana Siûdî Şah Selman Bin Ebdulezîz û 20 berpirsên pilebilind ên wî welatî civiya. 

Back to top button