PKK rêgirê azadkirina Şingalê ye

Fermandarê Pêşmerge Qasim Şeşo ragihand ku, Mala Êzîdiyan ji aliyê çend serokeşîran û fermandarên Yekîneya Berxwedana Şingalê ve tê birêvebirin, ew mal ji aliyê PKKê ve hatiye damezrandin û ti pêwendiya kurdên êzîdî û Şingalê pêve tine, ji ber ku ew tenê fermana Serok Barzanî bi cih dikin.Qasim Şeşo, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li ser Çiyayê Çingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew gotina Mala Êzîdiyan ragihandiye ku dibêje, Şingal ne mala PDKê ye, ne ti gotin e. Mala Êzîdiyan ji aliyê hejmarek serokeşîr û Yekîneya Berxwedana Şingalê ve tê birêvebirin. Ew mal pêwendiya wê bi PKKê ve heye û ew serperiştiya wê dikin. Em wek kurdên êzîdî guh nadin ti kes û aliyekî, jibilî Serok Barzanî. Ew her fermanekê derbixe em amade ne cihbicih bikin, ji ber ku eger Şingal ne mala Serok Barzanî û PDKê be, ma kî xwe li Şingalê û xelkê wê kiriye xwedî.”Qasim Şeşo wiha domand: “PKKê rêgir e li rizgarkirina Şingalê. Em nahêlin PKK li Şingalê bimîne, ji ber ku cihê wan ne Şingal e, cihê wan Bakur û Rojavayê Kurdistanê ye, bila biçin li Sûriye û Tirkiyê navçeyên xwe rizgar bikin, ne bên pirsgirêkan ji Pêşmerge û Şingalê re derxînin.” 

Nêrînek

  1. Derewcin u xwe Firosa Bibine?Me 03. 08 .2014 Ji Birnekiriye Ki Sengal Berdan? u Bazdan u Ken 80 Kilo Metre Bi DAIS re Serkir bi Dehan Sehid Dan. u bi Sed Hezaran Kurden Ezidi Ji Nava Pence DAISE Xelaskir. Em Bas Zanin Gerek en Wek Te ne peyive u Dernekeve li Ruye Milete Kurd nenerin:bi Ci Ruye li Diji Hezen PKKK en Leskeri derdikeve Tu en Wek Te?u PDK Dipareze. Seso Efendi

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: