Polîtîk

DBP rexna li HDPê dike

Partiya Herêmên Demokratik(DBP) siyaseta HDPê ya li dijê kolandina xendeqan rexne dike.Hevserokên DBP li Diyarbekir konferansek çapemeniyê de rewşa siyasî li Bakur nirxandin.Hevserokê vê partiyê Kamuran Yuksel got: Kolandina xendeqan berxwedana xelkê ye li dijê hukumetê. Hinek parlementerên HDPê vê çalakiyê wek sedema kêmbûna dengên HDP dinirxînin ev ne raste û siyasetek xelet e.Ji berî niha parlementerê HDPê Altan Tan daxuyaniyek ya xwe de dabû xûyakirin ku xelk ji siyaseta PKKê ya vê dawiyê ne raziye.Herweha Yuksel got ku divê xelk li Farqinê xwedî dekeve û bila pirsa xweseriyê jî wek pirsa serokatiyê li Tirkiye bê gotubêj kirin.Tê zanin ku vê dawiyê çi hinek eşkere û çi jî piranî veşartî parlementerên HDPê li dijî siyaseta PKKê ya vê dawiyê derdikevin. Çalakiyên PKKê li bajaran rexne dikin. Piraniya parlementerên HDPê weşartî bê jî siyaseta kolandina xendeqan li nava bajara rexne dikin û herweha bawein ku çalakiyên PKKê yên çekdari zererê dide partiya wan .

Back to top button