
Di rojên derbasbûyî de, medyayên ser bi PKKê careke din dest bi helmeteke xapandinê li dijî Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û amaje bi wê yekê dikin ku, Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê li ber artêşa Tirkiyê vekiriye ku li çiyayên Amêdî û Zabê li dijî çekdarên PKKê şer bike. Bi vê minasebetê em ji her kesî re radigihînin ku:
1. Herêma Kurdistanê pêkhateyeke destûrî û siyasî û berhema têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurd e. Ji destpêka damezrandina Herêma Kurdistanê ve heta niha PKK hertim bûye cihê metirsiyê û serêşiya xelkê Herêma Kurdistanê û bi neheqî rê li avadankirina bi sedan gundan girtiye. Di heman demê de PKKê rê daye xwe ku navên herêm, çiya û geliyên Herêma Kurdistanê biguherîne û navên xerîb li van deveran bike. Di kiryareke nemirovane û dijî jîngehparêzî de, çekdarên PKKê li Herêma Kurdistanê rê, gelî, kanî û daristanên sirûştî yên Herêma Kurdistanê mayin kirin û metirsiyeke mezin li ser xelkê asayî, bazirgan û gundiyan çêkir. Ji ber hebûna neqanûnî ya PKKê li Herêma Kurdistanê, gelek xelkê navçeyên sînorî mal û milkên xwe terikandine.
2. PKK nikare şerê hêzên Tirkiyê bike û berdewam navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji bo hêzên Tirkiyê vala dike û hêzên Tirkiyê jî li pey wan diçin. Ger di navbera Tirkiye û PKK’ê de nakokî derkeve divê qada şer di hundirê Tirkiyeyê de be.
3. Medyayên PKKê ji dûr ve wêneyên çend otombîlên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê belav kirine û amaje bi wê yekê dikin ku Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rê li ber hêzên Tirkiyê vekiriye. Herwiha tekez li ser wê yekê jî dikin ku ev îdia tu bingehek nîne, lê belê em jî radigihînin ku mafê hêza Pêşmerge ya Kurdistanê heye ku li ser xaka xwe hêz û erkên xwe bikar bîne û xak û gelê Kurdistanê biparêze. Lê pirs ew e ku hêzên PKKê bi çi mafî li ser xaka Herêma Kurdistanê bin û destê hêzên Tirkiyê bikşînin ser xwe? Çima venagerin Tirkiyê û gef û serêşiyê ji gelê kurd re çêdikin.
Serokatiya Karmendê Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê