
Civata Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), îro (28-08-2022), li Silêmanî li avahiya polîtburoyê, bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî civiya.
Bafil Celal Talebanî di civînê de raporek zarekî ya piralî li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê bi taybetî debar û jiyana xelkê Kurdistanê, İraq, Rojhilata Navîn, mijara rêkxistinî û hizbî, peywendiyên YNKê ligel hêz û aliyên siyasî, nerîna YNKê ji bo siberojê pêşkêş kir û ronahî xist li ser pêşkevtinên dawîn yên siyasî, aborî û ewlehiyê û ragihand; YNK wek hêzekî berpirsyar, pêbend bi mafên neteweyî û berpirsyariya niştimanî li ser yek xeta stratejî ya Kurdistanî siyaseta xwe bi emanet cîbicî kiriye.
Bafil Celal Talebanî got: “Me hem li Herêma Kurdistanê hewl daye yekrîziya niştimanî biparêzin û kar bikin ji bo bihêzkirina statuya Herêma Kurdistanê û hem li İraqê me kariye erkên xwe yên niştimanî cîbicî bikin li ser bingeha rêkevtin û hevpariya rastîn û parastina prensîpên destûrê ku Serok Mam Celal û bavê damezrênerê demokrasiyê li İraqê nû binaxa wê danî ye. Ev senga YNKê di siyaseta İraqê de berhema yekgirtiyiya serkirdayetî û yek siyasetiya partiya Serok Mam Celal e”. Serok Bafil Celal talebanî di berdewamiya axavta xwe de destxweşî li ew yekrîzî û giyanê berpirsyariya hizbî li hemû endamên serkirdayetiyê kir ku niha wiha lê hatiye, hemû alî baweriyê ji seng, pêgeh û gotara YNKê bikin.
Civata Serkirdayetiyê di gotûbêjên xwe de destxweşî li Serok Bafil Celal Talebanî û tîma hevalbendên wî ya li Bexdadê kir ku polîtîkayên wê yên raboriyê pêgeha YNKê wek dema siyaseta hekîmane ya Serok Mam Celal vejandiye û senga siyaseta Kurdistanî li İraqê û Rojhilata Navîn bilind kiriye.
Di danezanê de hatiye diyarkirin ku paşê ligor programa civînê, gotûbêj li ser mijara rênîşanên Dîdara YNKê û sererastkirina peyrewa nêvxwe hatiye kirin.
Serpereştê Dîdara YNKê Qubad Talebanî di axavta xwe de daye zanîn; rênîşanên dîdarê bi ser sêzdeh lijneyan hatibûn parvekirin; bi hezaran kadro, têkoşerên dêrîn û nû yên YNKê di hemû ast û waran de, hetta dostên YNKê ji akademîsyen û pisporan jî beşdarî kirin ku ev jî diyardeyekî demokrasî ya hizbî û cihê dilxweşiyê ye.
Civata Serkirdayetiya YNKê paş gotûbêjên berfireh tev rênîşanên Dîdara YNKê pesend kir, organ û dezgehên YNKê erkdar kir ku her yeke û ji aliyê xwe cîbicî bike.
Mijarekî din ya civînê taybet bû bi sererastkirina peyrewa nêvxwe ligor şertûmercên nû yên jiyana hizbayetiya YNKê.
Hatiye diyarkirin ku lijneya perewê tev guherîn xist ber destê Civata Serkirdayetiyê ku ji bo geşekirina jiyana hizbayetiya YNKê pêwîstin; paş gotûbejên berfireh yên hevalane peyrewa nû hat pesendkirin.
Di danezana encama civinê de hatiye aşkerekirin; paşê ligor peyrewa nû ku sîstema hevserokatiyê nehişt, ji bo tekîdkirina asayî û nerîtiya hizbayetiyê Bafil Celal Talebanî xwe berbijêr kir ji bo erkê Serokatiya YNKê û Civata Serkirdayetiyê Bafil Celal Talebanî bi Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê hilbijart.