Nivîsar

PKK ne partiyek kurdiye û kesên PKKê diparêzin ne Kurdistanîne..!

Li ser rewş û helwesta PKKê û Ocalan gelek gotubêj têne kirin. Niha mirov li ser helwesta PKKû siyaseta ku PKK li ser hatî avakirin, di roja PKK hatî damezirandin heta wek îro çi kiriye û çi nekiriye gotubêje bike tişteke. Lê mirov li ser gotin, kiryar û helwestên PKKê gotubêja bike tiştek din e.

PKK li ser navê miletê Kurd ji bo tinekirna hestên netewî yê Kurdistanî, ji bo têkbirina Tevgerên Azadixwazên Kurdistanî  wek projeyek a dewletê derketiye holê û Oclan jî serkêşîya vê projê kiriye û dike. Eger ji aliyê hinek siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar û xelkekî ve ev neyê zanîn û qebûl kirin, ev tê wateya ku ew xwe dixapînin û bi dehê salan jî kurd bi vê yekê xapandine û li himber miletê xwe tawanbarin.

Ji aliyek din ve bi hezaran ciwanên kurd bi baweriya ”Kurdistanekî Serbixwe” dest avêtine çekên xwe derketina serê çiyan bi miranî û xebata xwe dîrokek tomar kirine. Lê mixabin  ev nebû dîroka dewletbûna Kurda, nebû dîroka armanca ku ew ji bo derketîn serê çiyan . Gelek ji van ciwanan yan bi yekser bi destê PKKê û fermana Ocalan û berpirsên wan hatine şehid kirin û gelek ji wan jî bi leyiztikên qirêz ji aliyê berpirsên PKKê ve ji bo mirinê hatine rêkirin.

PKK ev e. Ne rêxistinek Kurdistaniye û roja bi roj ve şerê hemû cureyê destkeftiyên Kurda kiriye.

Di seri de Ocalan û berpirsên PKKê bi sedê caran ev armanca xwe ya qirêj eşkere kirine. PKK ji aliyê dewleta kûr a Tirkiye ve hate damezirandin, lê bû sixûrê dezgehên îstixbarata, Suriye ya rejima Esad, bûn şûrkêşên rejima Bexadayê û milisên Heşda Şeibî û bûn xweşmêrên Pasdarên Îranê.

Bê guman îro her helwesta Ocalan û PKKê bandorekî li tevgera azadixwaz a Kurdistanî dike. Di vê çerçoveyê de gerek helwest û kiryarên wan bêne nirxandin û li gora wê jî pêwiste mirov bibe xwedî helwest. Yanî divê Tevgera Azadixwaz a Kurdistanî vê civakê û destkeftiyên Kurda li himber bername û startejiyên Ocalan û PKKê biparêze.

Ji berî çend rojan Cemil Bayik daxûyaniyeka xwe de vekirî dibêje: ”Şîara Kurdistana Serbixwe ji bo PKKê şîarek stratejik bû”

Roja PKK hatî damezirandin heta wek vê gavê Miletê Kurd dixapîne.Her demî bi derew û dezenfarmasyona berê vî miletî dane tiştên xirab. Tu gavek ji bo berjewendiyên Kurda neavêtine. PKK her demî ji bo berjewendiyên dewletên dagirker xebitiye û di vê rêyê de bûye sedemê şehîdkirina bi dehê hezaran ciwanên Kurd. PKK nivşek ji Kurdan winda kir. Civata Kurd tehrîb kir û hestên netewetiyê têkbirin. PKK li bakur bi destê Kemalistên nijadperest û çepên Tirkan tê  rêvebirin.

Ev rastiya PKKê ye, veca dixweyê ji nû ve medyak derketiya holê ku, ji bo propagandeya Ocalan di nava pêşbirkî de ne. Hêdî Medya PKKê bi xwe bi hizrekî behsa kiryarên nû dike. Lê hinek aliyên ji PKKê PKKlîtir hewldidin ku bibin parêzvanên kiryarê Ocalan û PKKê.

Rewş eve.. veca kî çewe dizane tevdigere..Lê tevgera ku,ji bo berjewendiyên Kurda û li dijê destkeftiyên Kurdistanê divê ji hev werê cudakirin. Ev yek nebê dê mirov bê hemdê xwe ber bi çewtiyek mezin ve herê.

24.04.2026

Nêrîn/Şirove

N.Firat

Back to top button