Cîhan

PKK nasnameya 4 endamên xwe eşkere kir 

HPG, baskê leşkerî yê PKK, nasnameya 4 endamên ku li navçeya Beytuşşebaba Şirnexê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabûn eşkere kir.

HPG bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya wan eşkere kir û diyar kir ku li Beytuşşebabê di şerê li gel Hêzên Çekdar ên Tirk (TAF) de 4 endamên wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pevçûn di 20ê Hezîranê de qewimiye. Nasnameyên gerîlayên HPG yên ku jiyana xwe ji dest dane weha hat eşkerekirin:

  • Basrî Cîn bi kodnavê “Brusk Kato” li Şirnex-Beytûşşebabê hatiye dinê.
  • Sefer Temel, li Şirnex-Beytûşşebabê, bi navê kod “Rustem Çekdar Kato” hatiye dinê.
  • Yılmaz Sala, li Colemêrg-Geverê ji dayik bûye, bi navê kod “Kamuran Teyrebaz”.
  • Arvîn Huseynî bi navê kod “Dilsoz Gabar” li Rojhılat-Şaho ji dayîk bûye

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Alî Yerlîkaya di 21ê Hezîranê de li ser hesabê X têkildarî pevçûnê daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku di navbera Hêzên Çekdar ên Tirkiyê û endamên PKK de pevçûn derketiye û 4 endamên PKK jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button