Sekreterê Giştî yê HUDA PARê û Parlementerê Dîlokê Şahzade Demîr, li parlementoyê civîneka çapemeniyê li darxist û got: “Divê DEDAŞ karê xwe bike, bê kontrol kirin, dawî li bêhiqûqiyê bîne û gel mexdûr neke. Divê zirarên ku bûyî jî telafî bike. Di vî warî de divê saziyên rayedar ji DEDAŞ’ê re bêjin bes e.”
Demir behsa çewti ê tedariya ku DEDAş li xelkş deverş dike kir û balkişand li ser şewata navbera Diyarbekir û Mêrdînê de jî.
Demir axavtina xwe de got:
“Mixabin şewata ku di navbera Amedê û Mêrdînê de derketî, karesateke mezin pêk anî. Careke din xwedê rehma xwe li birayên me yên ku di karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dane bike û ji malbatên wan ên xemgîn re sersaxiyê û sebrê dixwazin; Em ji welatiyên xwe yên birîndar re şifayê dixwazin. Divê hemû îdiayên derbarê sedema şewatê û derengmayîn an jî kêmasiya bersivdayina agir de bi awayekî cidî bên lêkolînkirin, derbarê kesên ku bi qestî yan jî xemsarî bûne lêpirsîneke bi bandor bê kirin û kesên ku berpirsyar in bên cezakirin. Her wiha divê herêma ku şewat lê ketiye weke herêma felaketê bê îlankirin, zerara hemû cotkarên me yên ziyan dîtine demildest bê telafîkirin û gazindên wan bên çareserkirin. Di vê çarçoveyê de divê deynên cotkarên me yên heyî ji holê bên rakirin û bernameyên nû yên piştgirîyê bên çêkirin.”
Demîr, diyar kir ku Şîrketên Belavkirina Elektrîkê yên taybet gel mexdûr kirine û wiha got: “Ji aliyê din ve di rapora pisporiyê ya têkildarî şewata ku bû sedema mirina 15 kesan de hat amadekirin de, hat diyarkirin ku şewat ji stûna ceyranê derketiye. Ev di bin berpirsiyariya Dîcle Elektrîkê de ye. Di daxuyanîya ku hat dayîn de hat îddîakirin ku şewat ne ji ber ceyranê derketiye û ji ber şewata pirêzeyên milkê taybet derketiye. DEDAŞ hewl dide ku berpirsyariya xwe ji holê rake. Bi dîmenên kamerayan û îfadeyên şahidan hat îspatkirin ku gelek şewatên ku li herêmê derketine ji ber ceryanê çêbûne. Ji aliyê din ve, tê zanîn ku xetên veguhestina elektrîkê li herêmê pir kevn in, xebatên nûjenkirinê têrê nakin û gelek caran teqînên trafoyan çêdibin.”