Cîhan

Yekîtiya Ewropa: Em amade ne ku bi hikûmeta nû ya Sûriyê re hevkariyê bikin

Yekîtiya Ewropayê amadeye ku, li gel hukumeta nû ya Sûrîye hevkariyê bike.

Li Sûriye 30ê Adarê kabineyek nû ya hukumetê hatibû ragihandin. Yekîtiya Ewropî roja Duşemê got ku ew amade ye hevkariyê bi hikûmeta nû ya Sûriyê re bike.

“Yekîtiya Ewropî pêşwaziyê li damezrandina hikûmeteke nû ya veguhêz li Sûriyê dike. YE amade ye ku bi hikûmeta nû re hevkariyê bike ji bo derbaskirina kêşeyên mezin ên li pêş,” wî got.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê daxwazên gelê Sûriyeyê bên berçavgirtin û hat bibîrxistin ku girîngiya vê mijarê di 9’emîn Konferansa Sûriyeyê ya li Brukselê hat lidarxistin de hat destnîşankirin û hat gotin, “YE dê li kêleka gelê Sûriyeyê be û ji bo ku hikûmeta nû pabendî pêvajoyeke aştiyane û berfireh bibe, wê hewl bide.”

YE tekez kir ku ew berdewam e li ser piştgirîkirina veguheztina siyasî ya bi serpereştiya hukumumeta nû li Sûriyê û got ku “divê ev pêvajo hemû beşên civaka Sûriyê li xwe bigire.”

Her wiha tekez li ser wê yekê hat kirin ku divê hemû aliyên derve rêzê li yekîtî û yekparçeyiya axa Sûriyê bigirin.

Hukumeta nû ya Sûriye de tu rolek Kurda tuneye û hukumetê de Kurda cih negirtiye û Şara cih nedaye Kurda.

Back to top button