Serok wezîr Recep Tayîp Erdoxan konevaniyeke pir bi aqîlane dimeşînê.Em çiqas wî ne hebînin û rexne lê bigirin jî lê ew di kar û barê konavani de û ji berjewendiyê dewleta xwere  gelek zîreke . Erdoxan di derheqa PKK-BDPdexwedî zanîneke  kûre kî çi dibêje bila bêje. Ew tansiyona wê sîyasetê xweş di teqilînê. li gorî şart û mercên bdp şerbetê dizanî bidê. Carinan bi hişkeyî biser wande diçe lê carna jî wana bi hinek demecên xwe wa bi hêvî dike.

Deme ko PKK-BDP hinekî hêrs bun Erdoxan bayê mirinê nîşanî wan didê,  ew naçar dimînin bi tayê re razî dibin. Ev karê herdû aliyan 10 sale bi vî rengî berdewame lê yê biser dikevê her Erdoxana yê ko ji bingahê xwe û ji gele Kurd bidûr dikevê PKK-BDP’ye. Hevdîtin û têkili yê Oslo jî ev bun. Ev têkilî û peywendiyên dinavbere herdu aliyande  heta îro nexitimîne, berdewamin.

Min di nivîseke xwede(09.02.2012)* bal kişandibu ser têkilyên ocalan û hukumetêêdî Ocalan li gel hukumete yeev salek  derbas bu hat xuyakirin ko erê ocalan erdoxan û beşek ji dewlete kûr ligel hevûdu  di nav xebatekê dene. Îro heyetek ji BDP çu Îmralî ji bona bi Ocalan re bi axivin û pêşniyarên wî bînin . Ev şanda BDP bi destûra Erdoxana ev tiştekî  xuzayîye lewra ew hukumete, lê li gorî min hukumet û Ocalan li hev kirine lê hukumet dixwazê ko ji devê ocalan bêta işkerekirin ev jî dê PKKmarjînalîze bikê.

Hukumet dixwazê ko  gûherdinên nu di qanuna bingehîde bi pejirîne pêdivî  qonsensusa meclîsê heye, ev demek eko ji nuve  qala têkilî bi îmralire û mûzakere têt kirin  de ko dilê bdp xweş bike û karê xwe hêsantir bike. bi van helwestan wê raya giştî ji xewre bixê destek bi vê rewşê dê bi kêmasî salek bê kêşeyî derbasbibe pilana Erdoxan bes eveya ya ew dê ti maf, azadiyekê neyênê jixwe tiştên BDP daxwazê Erdoxan beşek ji wan daxwaza dayiye.

Gelo Erdoxan dê doza Kurdistan çareser bike? Ma gelo dê dagirker ji Kurdistanê derkevin? Ma gelo dê kurdistan têkevê destê xwediyê xwe? Ma gelo wê qadroyên li çiya dê bi azadî û serbilindayî werin ba dayik û bavê xwe? Min ne bawere ê wê demê çareserî û çek danîn dê çawabê  pêdivî li hey eko ev bêtin şîrovekirin. Eger PKK çek daynê dê ew zarokên li devre bi kude biçin yan jî dê çawa bêtin qana kirin. Ev hemî problemin.

Ez bawerim dê qat tiştek neyê gorandin tekilî yên nu herdu rex serumek tendrûstî li xwe dixin heta bahareke din.  Ehmet Turk û  ayla xanim wê li îmralî gafna bixin taxmîn dikim ko Ocalan dê ji wana re bê nigê xwe zêdeyî xwe dirêj mekin, bi edeb bin, zimanê we direje, bi hewin û wê  derza xwe we bitsinin . Lê min ne bawere ko qandîl ev car guhê xwe bidê Ocalanî  .

Mehmet Emin Kardaş

*http://www.nasname.com/tr/10479.html

Nêrînek

  1. Bi rasti hin mero hene her gotin li wan nayê. Wek vê nivîsa Mihema Emin Kardaş ku gotiye PKK marjinal dibe. Divê bizane heke pkk marjinal bibe ji, wê pkkeyek dî derkeve. Yani her hêza Emin kardaş dernakeve. Eger ji xwe hêza wî heba , hewce nebu ku pkk dernediket. Yani dewxazim bêjim ku xeberên tehmsa û bêcih xisar didin mero.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: