Cîhan

Pilana şîakirinê eşkere bû

Di van demên dawiyê de Îran çend proje û planên taybet çêkirine da ew li Rojhilata Navîn bibe hêza herî xurt û serwerî li herêmê bike. Yek ji wan planan jî, ya şîakirina herêmê ye. Bi kurtî ew plana şîakirina herêmê ji aliyê pisporên lêkolîner ve weha hatiye peyitandin:

 
1-                Navenda şîakirina herîmê, li Îranê bajarê Qûm e. Li virê wê navendên têkiliya bi herêmên cuda re bêtin avakirin û xwaringeh, otêl û xwendingehên cuda cuda herweha avahiyên perwerdehiya ciwanan dê ava bibin/ yan ava bûne. Piştre ji gelek welatan ciwan dê bêne virê û ji aliyê pisporan ve bêtin perwerdekirin. Çend welatên ku di projeya şîakirinê de ne ev in:

 
2-                Îraq: Duyemîn hevkarê projeyê li Îraqê  jî serokwezîr Nûrî Malikî ye. Li Îraqê ji bilî deverên Şîayan, navend bi navê ”xêr” û ”alîkarî”yê li deverên weke Bexdad, Samara, Kut û  Remadiye bêtin avakirin û pê bi pê cuwan bêtin hinartin bo navenda bala.

 
3-                Sûriye: Hevkarê projeyê li Sûriyê wek kes ne diyar e, lê belê bi ihtîmala xurt rejima Beşar Esed e. Îranê ji niha ve li bajarokê Siweydeya bi Şamê ve barîgeh ava kiriye.

 
4-                Welatên Xelîcê: Li çend welatên Xelîcê wê navenda Şîatiyê bêtin avakirin û tê de ciwan bêtin perwerdekirin.

 
5-                Kurdistan: Jixwe Îran di vê derbarê de her çar beşên Kurdistanê ji xwe re dihesibîne û Neteweyê Kurd jî bo xwe wek heval û bira dibîne. Niha li Îranê Kurd li dora 12-13 milyonî hene. Ji bilî eşîra Şikakan ku hem sunî û hem jî kurmanc in, piraniya kurdên dî şîa ne û hinek jî elewî ne. Niha Îran dixwaze hemî Kurdên Sunî jî bike Şîa û wan bi xwe ve girêbide.

 
6-                Turkmenistan: Plana şîakirina Turkmenistanê jî bo Îranê pir girîng e, ev jî ji ber çend sedeman: Îran dê xwe li navrasta Asyayê berfirehtir bike, li dij xiristiyaniya Rûsan bi hêz bibe û dibe hevkarê dewlemendiya xwezayî ya vî welatî.

 
7-                Tacikistan: Plana Şîakirina Tacikan bo Îranê pir girîng e û qadeke berfireh ya axê jê re çêdibe.

 
8-                 Azerbêcan: Ev welat ji ber du sedeman bo Îranê pir girîng e. Yek, 15-16 milyon nijadnasê vî welatî hemwelatiyên Îranê ne û dibe hevkarê kanên xwezayî jî. Hingê bi hêsanî dikare deriyê neft û gazê li ser Rojavayê rabide.

 
9-                Efganistan: Di projeya şîakirina vî welatî de Îran pir bi vîn û daxwaz e. Ji ber ku Efganistan devereke pir balkêş e bo Rojavayê.

 
10-           Tikiye: Bêguman ev nexşeya Anatoliyayê jî bo Îranê pir girînd e, ji ber çend sedemên cuda: Yek) Tirkiye ji bo Rojavayê deriyekî pir girîng e û wê Îran bi hêsanî kontrolê bêxe destên xwe, Dido) Li vî welatî 18-19 miletên cuda hene ku ne ji nijada Tirkan in, Sisê) Axa Anatoliyayê devereke bi adan e, Çar) Çarmedorê Tirkiyê av e, Pênc) Niha desthelatiyeke olî heye.

Ev welatên ku li jorê hatin gotin, piraniya akinciyê wan sunî ne. Îran di serê pêşî de wê bi destê zanayên olî yên sune projeya xwe têxe jiyanê û navend ava bike, xelkê bikşîne serê û heçîka gorên kevnare yên zanayên şîa û sunîyan hene wê nûjen bike. Piştre jî pê bi pê wê sîstema şîatiyê di wan de bi cih bike, çewa ku niha jî oldarên Tikr dibêjin ”çi ferq heye, Kurd, Tirk, Ereb, Faris ve wekî din bisilman tev bira ne.” bike.

Bi alîkariya van zanayên şîa û sune, Îran wê ciwanên van welatan xirvebike û bi pêşwaziyeke germ dê wan li van welatan bigerîne, serdana dawîn jî wê bajarê Qûmê yê Îranê be û li wirê perwerdeya asasî ku hatiye plankirin dest pê bibe.

 

Rojevakurd

Back to top button