Polîtîk

Gelo Erdogan dewleteke kurdî dixwaze

 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Teiyb Erdogan di destpêka meha sibatê de dê serdana Amerîkayê bike û li gor çavkaniyên rojnameyeke lubnanî, Erdogan dê di civînên xwe yên digel berpirsên amerîkî re behsa çareseriya pirsa kurd li bakur û avakirina dewleteke kurdî li başûr bike.

Çavkaniyeke nêzîk ji serokwezîrê Tirkiyeyê ji rojnameya Exbar  ku, ji Lubnanê weşana xwe dike, gotiye ku, Erdogan di serdana xwe a bo Waşîngtonê dê daxwazê ji Amerîkayê bike piştgiriya pirojeyê Tirkiyeyêb bike ku, ji damezrandina dewleteke kurdî li Îraqê û herwesa çareserkirina pirsgirêka kurdî li Tirkiyeyê bi hevahengî digel Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê bike.

Rojnama navbirî di rapora xwe de dibêje ku, niha têkeliyên baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de hene û Erdogan dê hewil bide piştevanî û razîbûna Amerîka û Rojavayê bo damezrandina dewleteke kurdî bidest bîne.

Li gor çavkaniyên rojnameya lubnanî, Erdogan pirojeyek amadekiriye û dê pêşkeşî îdareya serok Obama bike. Pirojeyê serokwezîrê Tirkiyeyê ji çareseriya pirsa kurd li Tirkiyey, avakirina dewletek kurdî li Îraqê û xweşkirina têkeliyên Tirkiyeyê bi kurdên Suriyeyê re pêktê. Tirkiye dixwaze ji bona jinavbirina rijêma Beşar Esed xwe nêzîkî kurdên Suriyeyê bike û ji bo vê armancê eger pêwîst be Tirkiye amadeye digel PKKê û Ocelan jî hevahengiyê bike.

Rojnameya navbirî dibêje ku, Tirkiye dixwaze bi rêya dewleteke kurdî li Îraqê li hember siyaseta rijêma surî, Îran û hikûmeta Malikê raweste.

 

Back to top button