Polîtîk

Hevdîtinek nû di serê sala nû de

Hevdîtineke nû di serê sala nû de pêkhat. Parlemana BDPê ya Batmanê Ayla Akad Ata û parlemanê serbixwe yê Mêrdînê Ehmed Turk ji Stenbolê çûn girava Îmraliyê bi serokê PKKê Evdile Ocalanî re hevdîtin pêkanîn.

Çewa ku tê zanîn demek berî niha serokwezîr Receb Teyib Erdoganî gotibû ku hevdîtin bi Ocalanî re têne domandin. Piştî wê daxiyaniyê, BDPê jî şandeyeka xwe ya sêkesî hinart Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalanî re pêkanî.

Lê belê heta niha jî daxuyaniyek ne ji aliyê şandeya ku çûye hevdîtinê û ne jî ji BDPê li ser vê hevdîtinê hetaniye dayîn.

Tenê serokê  BDPê Selahedîn Demirtaş hevdîtina bi Evdile Ocalanî re piştrast kiriye û gotiye ku wê di van du-sê rojên li pêşiya me de daxuyanîyeke fermî li ser vê hevdîtinê bête dayîn.

Back to top button