Nivîsar

PKK li rojavayê Kurdistanê gihat armanca xwe

Piştî li hevhatina Rusya û Tirkiye pêvajoyek nû ji bo rojavayê Kurdistanê û ji bo tevgera PKK/PYDê li rojavayê Kurdistanê destpêkir. Rewşa ku îro peydabûyî îflasa siyaseta PKKê li rojavayê Kurdistanê ye.

Ji Efrîn heta bigihe Serêkaniyê ev tevger ku bi navê HSDê kar dikira nemaye û hate derxistin. Ji aliyek din ji bilî Qamişlo ji sinorê rojava û bakurê Kurdistanê heta deh kilometreyî hate dûrxistin. Ev dever dikeve di bin kontrola hêzên hevbeş yên Tirkiye û Rusyayê de. Eger xerîta rojavayê Kurdistanê baş bê zanîn rojava hemû dikeve di bin kontrola Rusya û Tirkiye de.

Tu deverek ku hêdî PKK/PYD bazarê li ser bike namîne. Helwesta Amerikayê kifşe, belkî li hinek devran bimîne , lê Amerika ne ji bo parastina Kurda ji bo parastina bîrên petrolê dimîne.

Tevgera PKK/PYDê niha tenê hewldanekî dike ku, li gel rejima Suriye û Rusya li hev bike. Di encam de ev tevger çewe li rojava hatî cih kirin welê jî vedigere ser bingehê xwe. Yanî dibe beşek ji hêzên rejima Suriye. Dema mirov pêvajoya derbas bûyî heta niha ber biçavre derbas dike , dibîne kê, ji bilî ku PKK/PYD tevgera kurd têkbibe tu gavek ji bo destxistineka kurda û Kurdistanê destve neaniye.

Ji derê PKKê li rojavayê Kurdistanê hêz û aliyên din wek ENKSê çi dikin ew bi xwe jî nizanin. Pêwiste hêdî stratejiyek din, siyasetek nû biafrînin. Ji ber ku her tişt hate guhertin.

Dema mirov baş berê xwe dide siyaseta ku di van mehên dawî de hatî hunandin, vekirî dixweyê ku, bi slogana qirqira vale tu tiştek destve naye. Di bingehê xwe de, li rojavayê Kurdistanê ne tenê PKKê winda kir, PKKê bi kurdan hemûya da windakirin.

Aliyên din yên siyasî partî hêzên ji derê PKKê jî siyasetek çewt di derbarê rojavayê Kurdistanê de rêve birin. Îro gerek hemû aliyên siyasî siyaseta xwe di derbarê rewşa rojavayê Kurdistanê de berçavre derbas bikin. Her çikas tu feyda vê yekê jî nebe û guhertina siyasetê îro tu bandorê li rewşa ser erdê nekê jî, kêmasî dê rastiya wan bi xwe derkeve holê. Ji ber ku hinek alî hebûn ku roja yekem de heta niha behsa encama îro dikiran. Lê mixabin berjewendiyên rojane guhê herkesekî girtîbû. Kesekî guh nada rastiya dihat gotin.

Gotinek ne xweşe lê li rojavayê Kurdistanê ew navê ku PKKê qedexe kirî xisarek mezin dît. Nabê di vê derbarê de mirov rexna li PKKê bigre, ji ber ku ew li rojavayê Kurdistanê gihan armanca xwe. 11 hezar keç û xortên kurd hatin şehîd kirin, ev ji xwe ne xema vê siyaseta xwîn xware, ji ber ku siyaseta wan liser xwîn û tinekirina Kurda hatiye avakirin.

Nûçe/Analîz

N. Firat

Back to top button