PKK xwe bo xwepêşandan û nerazîbûna li dijî kuştina welatiyê Bakurî Zekî Çelebî li Koye, Qeladizê, Raniye û bajarê Silêmaniyê amade dike. Berpirsekî YNKê jî hişyarî dide.
Li gorî agahiyên BasNewsê, PKK dixwaze îro danê êvarê li deverên Koye, Qeladizê, Raniye û bajarê Silêmaniyê çend meş û xwepêşandanan pêk bîne di bin navê “ber bi berxwedana PKKê”. Vê yekê jî qaşo li dijî kuştina welatiyê Bakurî Zekî Çelebî dike ku çend roj berê li Silêmaniyê hat terorkirin.
Li gorî agahiyên BasNewsê, YNKê hişyarî daye PKK ku eger xwepêşandan û nerazîbûnên wan bê mohlet be dê tevahiya organîzatorên wan çalakiyan bigirin.
Berpirsê melbenda Raperîn ya YNKê, Ehmed Zirar ji BasNewsê re got, PKK şiyan û hêza wê yekê nîne gelek kesan kom bike. Dê 20 kesan kom bike û ew jî zêde bi bandor nabe. Ji aliyekî din, xelk ji PKKê sar bûne. Ji ber ku PKK xelkê digire û direvîne û bacê ji wan distîne.