PKK êrîşê hemû kurda dike

Li ser kuştina du endamên HUDA-PARê ji aliyê HDPê ve li devera Hezexê,  serokê giştî yê HUDA-PARê Huseyin Yilmaz konferansek çapeniyê li darxist û behsa kuştina du endamên partiya xwe kir.Yilmaz da xuyakirin ku her carê ew temenî dikin ku ev bûyera dawî be û got: Lê dê heta kengê emê vê bêjin. Nabê sebra me nemînê.  Ew kesên pirsgirêkek sivik de destê xwe bavêjin çeka,tu feyda wan nadê civakê. Ev zihniyet tu feydeyê nadê ku kurd di nava aşitiyê de bijîn.Yilmaz berdewamiya axavtina xwe de got:“Ne bi tenê êrîşê me dikin. Ji rojava PDKS û partiyên yên kurdî sergom kirin, hinek ji wan kuştin. Ji berî çend roja êrîş birin ser PDKÎ du pêşmergeyên wan qetil kirin. Li Iraqê hemû cureyê heqaretê li PDKê û serok Barzanî dikin. Eger tenê êrîşê me bikin emê bêjin belkî xeletiyek me hebê. Lê ev êrîşê her kesekî dikin. Li Bakur şerê hemû hez û aliyên siyasî dikin..Ji bilî hinek çepên marjînal û grubên ji derê nirxên civakî kêşeya wan li gel herkesekî heye. Problema wan li gel hemû partiyên kurda heye. Divê vê zihniyeta xwe biguherin.û xwe serast bikin.“

Nêrînek

  1. Li goriye nerîna min gotinen te ne raste, min jî ji bo we gelek nûcen wergirtine ew erîsî ji aliye provokasiyoneka HUDA-PAR va hatiye kirin, sebebe we jî HDP ji bo propagandêye hilbijartine hetanî wê gûndî cûye û henik însanen li dora HUDA-PAR wê xebate dimesînine erîse ser ew konvoyê HDP kiriye, ji bo we jî HDP pasta wegeriya’ye, dûran jî însanen li dora HDP ji ew erîsa HUDA-PAR va eciz bûne û bersive we dane.\r\nYa dûyemîn jî HUDA-PAR’ê hetanî we roje qet ji bo Kurdistan û Kurditiye tû xebatek nemasandiye, ez dikarim ji bo we jî bersiveke bidim; Wekî teye zanîn bes ne gele me Kurd hamû Dûnya dizane ew ceteye îslamî DAIS ji bo li dijî azad bûyîna Basûre Kurdistan’ê erîse li ser gele me Sengal’ê û dûran j6i ji bo li dijî azad bûyîna rojhelata Kurdistan’ê jî erIsê li ser Kobanê dike, hamû Dûnya jî li disî ew erîsa ceteye îslamî DAIS’ê bersiv dan û alîkariye ew gele meyên Sengal û Kobanê kirine, le mixabin HUDA-PAR’ê qet tistek nekiriye û sermezar nekiriye û qet alîkariyê jî jê ew gele me Sengal û Kobanê ra jî qet alîkariye nekiriye.\r\nÊdî ew jî eskere dibe HUDA-PAR ne ji bo Kurdistan’ê bi nave îslamiyettêye siyasete dimesîne, de kerem kin bersiveke bidin we.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: