Cîhan

Hukumet serkaniyên darayi yê Gulen zuwa dike

Hukumeta Tirkiye dest danî ser BANK ASYALi Tirkiye şerê di navbera Hukumeta AKPê û Cemaeta Gulen de her roj diwartir dibe. Hukumet hewl didê ku serkaniyên darayî yê Cemaeta Gulen biçikine.Niha jî hukumetê bi biryarekî dest danî ser banka ku cemaetê ve girêdayî BANK ASYA. Dezgehê kontrolkirin û lêpirsîna Banka li Tirkiye duh civînek berfireh kir û biryar da ku bi temamî dest deynê ser îdara BANK ASYA. Yanî hêdî rêverbirina vê Bankê dikeve di destê vê dezgehê de.Wek tê zanîn di hilbijartinên ji bo parlementoya Tirkiye çêdibe,Cemaet gelek vekirî dijê AKPê kar dike, li hinek deveran pişgiriya CHPê, deverna pişgiriya MHP û hinek deveran jî pişgiriya HDPê dike.Herweha bi rêya kanalên xwe yên televizyonî jî dijitiyek mezin ya AKPê û hukumetê dike. Li himber vê yekê jî Hukumet û AKPê endam û pişgirên cemaetê di nava dezgehên hukumî de pakij dike û gelek ji wan digrin û têxin di zindanê de.

Back to top button