Polîtîk

PKK-ê ji NATO yê xwestiye ku bikeve di navbera kurdan û Tirkiye de

Hate zanîn ku sekereterê NATOyê û serokwezîrê berê yê Danimarkayê Anders Fogh Rasmussen ku, beriya du rojan li Enqereyê digel serokwezîrê Trirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtin kiribû, di hevdîtinê de li ser çareseriya pirsgirêka kurd axivîbû û peyamên lîderê PKKê Abdullah Ocalan jî gihîstibûn destên wî.

Sekereterê NATOyê û serokwezîrê berê yê Danimarkayê Anders Fogh Rasmussen, di semînara ku ji aliyê saziya Alman a Amerîkayê ve hate sazkirin, axivî.

Di semînerê de ku ji aliyê nûçegihanê AKnewsê ve hate şopandin, Rasmussen behsa stratejiya nû ya NATO di warê ewlehiyê de kir û got, êdî NATO ji vir û pêde, dê konseptên kêm mesref û aktîf di warê parastina ewlehiyê di cîhanê de bişopîne.

Serokwezîr berê yê Danimarkayê Rasmussen diyar kir, rewşa Afxanistinê nîşan da k tu pirsgirêk tenê di rêya leşkerî de nayê çareserkirin.

Di semînerê de, pirsgirêka kurd û Tirkiye jî hatin rojevê. Di semînerê de şerê 30 salan li Tirkiyeyê hate ziman û çawaniya alîkariyên NATO ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi awayekî aştiyane hate şirovekirin.

Ji aliyekî din, rayedarekî Ewropayê li Brûkselê ku nexwest navê wî bê diyarkirin, got, Ocalan û PKKê peyamên taybet ji Rasmussen re şandine û jê xwesitine, bikeve navbera kurdan û Tirkiyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd.

Jêderên NATO û PKKê jî ev yek piştrast kirin û hate ragihandin ku Rasmussen li Enqereyê li ser vê mijarê digel Erdogan axiviye.

Back to top button