Cîhan

Piştî 66 roja rûyê wan keniya

Li Şîliyê 33 karkerên madenê ji 5ê Tebaxê heta niha di bin zemînê 624 mîtro de ne û bîrê ku ji bo rizgarkirina wan hatiye vekirin îro gihîşt cihê karkeran.

Piştî temamkirina tehlandinê ( qulkirin ) malbatên karkeran ji kêyfa giriyan. Berpirsyarên xebatê rizgarkirinê daxuyakirin ku derxistina  karkerên madenê karê herî zehmete û divê  bihaydar û bisebr bin.

Wezîrê Madenê yê Şîlî Laorence Golberne da zanîn ku ji bo gihandina 33 karkeran 66 roj derbas bû. Digel karkeran têkîlî hatiya danîn. Gihandina ji karkeran serkeftinek gelek mezine lê heta niha me ti kesî rizgar nekir û heta rizgarkirina hemî karkeran dê xebatên me berdawam be.

Pêwîste ku ekîbên rizgarker biryar bidin ku kîjan rê û rêbaz ji bo derxistina karkeran riskê herî biçuke. Berpirsyarên xebatê rizgarkirinê da zanîn ku yan ji serê zinaran bi alîkariya kindirê karkeran madenê hilbikşînin  yan jî bi alîkariya asansorê hilbikşînîn serzemînê.

Back to top button