Nivîsar

PKK di kesayeta PDKê de şerê destkeftiyên Kurdistanê dike

Roja 28.10.2020ê PKKê boriya nefta Kurdistanê teqand. PKK ev yek wek çalakiyekî ragihand. Hukumeta Kurdistanê di derbarê teqandina boriya nefta Kurdistanê ji aliyê PKKê ve daxûyaniyek ragihand. Hukumeta Kurdistanê di daxûyaniya xwe de dibêje: Roja 28.10.2020ê boriya henarde kirina nefta herêma Kurdistanê bû armanca êrîşê û bû sedem ku proseya henarde kirina nefta herêma Kurdistanê raweste. Hikûmeta herêma Kurdistanê wê kiryara terorîstî şermezar dike û kiryarên waha rewşa herêma Kurdistanê û navçeyê zêdetir aloz dikin.

Herweha hukumeta Kurdistanê dide xûyakirin ku, ew bi ti awayekî rê nade gef li berjewendiyên wê bên kirin û dest dirêjî li ser nanê xelkê Kurdistanê bê kirin. 

PKK vê çalakiyê wek helwesteke li himber PDKê encam dayî dinirxîne. 

Siyaseta PKKê li himber berjewendiyên netewî û Kurdistanî kifşe. Lê mixabin hêja hinek kes naxwazin vê rastiyê bibînin. Neditina vê rastiyê çewtiya herî mezine li dijê berjewendiyên Kurdistanê ye. Gelek siyasetmedar didin xûyakirin ku; ew berjewendiyên Kurdistanê wek bîbuka çavên xwe diparêzin, lê dema PKK hewldide bîbuka çavê wan biteqîne bê dengin . Dixweyê malxirabiya siyasetmedarên Kurdistanê jî ev e. Ew destê hewlbide bîbuka çavê mirov biteqîne mirov wî destî dibire.

Niha jî PKKê dest tektîkek din kiriye. Ev yek gelekî balkêşe. Taybetî divê di vê derbarê de bala PDKê bê kişandin. Ji berî çend roja endamê komiteya rêveberiya PKKê Murat Karayilan di daxûyaniyek a xwe de dibêje: Eger li başûrê Kurdistanê cihên nêzikî baregehên PKKê,tevgerek a PDKê çêbibe ev dibe sedema şer. Li gora medya PKKê endamê polit buroya YNKê Sadî Pîre gotiye ku; divê herkes guh bide daxûyaniya Karayilan.

Ji aliyek din ve, malpera Lêkolînê de,ku malpera fermî ya Qendil e, kesek bi navê Atakan Engin makaleyek nivîsîye û di makaleya xwe de ji serî heta binî di derbarê PDKê de derewa dike . Engin beşek di nivîsa xwe de dibêje: Hayê partiyên di nava hukumetê de ê parlementoyê de cih digrin ji van rûdana tuneye.Hêzên pêşmerge nexwestin dora xalên Gerila dorpêç bikin.Hinek alî di nava PDKê de jî xeteriya şerek navxwe dibînin û naxwazin di nava plana tê kirin de cih bigrin.Ji bilî hinek kesên berjewendiyên xwe yên kesayetî didin pêş, di nava PDKê de jî kesek pişgiriya van plana nake.

Atakan Engin dixwaze bala PDKê bikşîne û bêje haj xwe hebin,lînkek a PKKê di nava we de heye. Dema pêwist be em wan kar tînin. PKK du tişta dike . 

  1. Dixwaze PDKê û aliyên di hukumetê de cih digrin ji hev dûr bêxe û hemû biryarên hukumeta herêma Kurdistanê wek biryarên PDKê bide nîşandan. Ji bo vê yekê jî li gora xwe tektîkekî bi kar tîne.
  2. Ji aliyek din ve, PKK behsa aliyên cuda di nava PDKê de dike ê dixwaze xeyalên ku dibîne bi awayekî wek rastiyekî bide xûyakirin.

Têqandina boriya petrola herêma Kurdistanê karek teroristiye li dijê gelê kurdê li başûrê Kurdistanê hatî kirin. Tu navek din li kesên ev çalakî kirîn nayê kirin. Eger navek din hebê bila hinek ji kerama xwe bêjin.

Eger makaleya Atakan Engin ya ku bi zimanê Tirkî di lêkolînê de hatî belavkirin baş bê xwendin, dê leyiztik û planên PKK bi destê dagirkeran li ser destkeftiyên Kurda têne leyiztin dê baş bixweyê.

Nûçe/analîz

Back to top button