PKK: Demirtaş dixwaze li hemberî rejîma faşîst a kolonyalîst a qirker samîmiyeta xwe nîşan bide.
Di malpera Lêkolînê de bi navê Alîşêr Pîran nivîsek hatiye nivîsandin. Lêkolîn malpera Nawenda Lêkolînên Stratejik a Kurdistanê
ye. Ev malper wek malpera fermî ya PKKê ye . Nivîsên vê malperê dîtina stratejika PKKê bi xwe ye.
Nivîsa Pîran gelek dirêje , Nivîskar beşek nivîsa xwe de behsa Selahattin Demirtaş dike û dibêje: Demirtaş ne şoreşgere û ew kiye ku çalakiya Mersînê şermezar dike. Herweha nivîskar Demirtaş bi hevaltiya Kemalîst û CHPû tawanbar dike…
Beşek ji nivîsa ku behsa Demirtaş dike waha ye:
Hin daxuyanî û nirxandinên Selahattin Demirtaş ku di van demên dawî de li Girtîgeha Edîrneyê ye, di çapemeniyê de cih digirin. Ev gotin û nirxandinên medya ya nêzî CHP’ê de tên belavkirin. Gerek ev daxûyanî div ê çerçoveyê de bene nirxandin.
Helbet Selahattin Demirtaş ne şoreşger e û ne jî bûye tu cara bûye şoreşger. Lê belê, ew kesê ku têkoşîna şoreşgerî bandor li ser kiriye.Di hawîrdora derfet û nirxên ku bi têkoşînê hatine afirandin de mezin bûye û ji aliyê siyasî ve xeta çîna navîn temsîl dike. Di vî warî de ew kes e ku bi rengekî din di vê têkoşînê de cih girtiye, di qada siyaseta demokratîk de hin erk girtiye ser milê xwe û tenê ji bo vê ketiye girtîgehê. Helbet mirov ji Selahattin Demirtaş helwêsteke şoreşgerî hêvî nake, ev dibe nêzikahiyek ne zanîn û safitî., lê li ser helwest û daxûyaniyûn Demirtaş .end gotin hene divû em bejin.
Dema ku Tevgera me ya Azadiyê tê tasfiyekirin, hewl tê dayîn gelê Kurd bê qetilkirin, li ser Rêbertiya me îşkence û qirkirin tê kirin, ku di ti serdemên dîrokê de li ser ti rêbertiyê nehatiye sepandin, êrîşên terora faşîst tên kirin. Selahattin Demirtaş li dijî ciwan, jin, kedkar û hemû beşên civakê pêk tê, hewl dide di eniya berxwedanê de şikestinan çêbike, helwest û têgihiştinên ku hewl didin wan qels bikin, herî kêm durûtî ye. Di axaftina xwe de anî ziman ku ji ber gotina “Em ê peykerê Rêber APO lê bikin” poşman in. Ew ji kê re dibêje? Ji kanala CHPê re, yanî ji Kemalîstên herî rafînekirî re: Mîmar û pêkanînên polîtîkayên qirkirina Kurdan; Dibêje min dev ji danîna peykerê Rêber APO berda, ez poşmanim.
Bêguman pêwîstiya Rêber APO bi peykerekî nîne û Selahattin Demirtaş jî ne di wê hêzê de ye ku bikaribe vê yekê pêk bîne; qet nebûye. Tenê şoreşger û gelên di bin pêşengiya şoreşgeran de têdikoşin dikarin peykerê şoreşgerekî lê bikin, bi taybetî jî rêberekî şoreşger ê mîna Rêber APO ku ji bo hemû gelan bûye hêviyek. Ji ber ku mijara danîna peykeran sembolîk e û peykerê şoreşgerekî ji bo sembola mezinahî û spehîtiya şoreşê tê danîn. Yên ku wê şoreşê bikin şoreşger û girseyên gel in ku şerê azadî û sosyalîzmê dimeşînin. Di vî warî de gotina Selahattin Demirtaş ji bo şoreşgeran û gel ne watedar e, lê di dîrokê de bi nêzîkatiya teslîmbûna dijmin bi nîşandana nîşanên poşmaniyê, xaleke girîng e.
Di serî de Selahattîn Demîrtaş çalakiya ku li Mêrsînê Mezîtlî ji aliyê du gerîlayên jin ve hat lidarxistin şermezar kir. Wê demê ev gerîlayên jin kî ne û çima ev çalakî li dar xist? Ev gerîlayên jin parêzvanên gelê Kurd in, şopdarên Zîlan, xwedawenda me ya azadiyê, rêhevalên Andok û Êrîş in, leşkerên artêşa me ya pîroz a jin in ku di pêşengiya Bêrîtan de pêşketiye. li şûna teslîmbûna xeta îxanetê ji zinarên çiyayan dirûşmeyên azadiyê diqîrin. Du jinên şoreşger ên ku hewl didin bibin şagird û rêhevalên Rêber APO, jiyana bê Rêbertî qebûl nakin, li cîhanek wiha jiyana xwe napejirînin û soz didin ku nehêlin dijmin bijî. Baş e ma Selahattin Demirtaş van hemûyan nizane? Helbet ew dizane. Lê belê, çima bêyî ku rewşê fêm bike, bi hemû leza xwe daxuyaniyeke şermezarkirinê dide; ji ber ku hewl dide di helwesta xwe ya poşman a li hemberî rejîma faşîst a kolonyalîst a qirker samîmiyeta xwe nîşan bide.