PolîtîkRojev

Di siyaseta Tirkiyê de rola Kurdan girîng e

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan îro li Parlamentoya Tirkiyeyê diyar kir ku li Tirkiyê pirsa Kurdî hatiye çareserkirin û got: “Me xwe ji pirsa Kurdî ku wekî kirasekî dînan li welatê me hatibû kirin, digel dijayetiyên CHPê rizgar kir. Ti pirsgirêkeke me ya bi navê Pirsa Kurdî nîne. Niha li kabîneya min du Kurd hene.”

Parlamenterê AK Partiyê Zîver Ozdemîr beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û diyar kir, ji destpêka avakirina komarê ve û beriya wê jî, li Tirkiyê Kurd nikaribûn xwe îfade bikin, ziman û çanda Kurdan hemû qedexe bûn, lê di dema AK Partiyê de ev qedexe hatine rakirin.

Zîver Ozdemîr derbarê qedexekirina konserên Kurdî de got: “Îro li Tirkiyê zimanê Kurdî bi fermî qedexe nîne, konser qedexe nîne, lê konserên ku têne qedexekirin, ne bi fermî ye, şaredarî bi înîsiyatîfa xwe pirsgirêk çêdikin, weke din ne qedexe ye.”

Li ser çawaniya çareserkirina pirsa Kurd ji aliyê AK Partiyê ve, Zîver Ozdemîr destnîşan kir, beriya niha li herêmê ti xizmet nedihatin kirin, lê li bajarên rojavayê Tirkiyê hemû xizmet hebûn, AK Partiyê ev cudahiya xizmetê ya navbera rojava û rojhilatê welat ji holê rakir.

Zîver Ozdemîr destnîşan kir ku di siyaseta Tirkiyê de rola Kurdan girîng e û hemû partiyên siyasî yên Tirkiyê li ser Kurdan siyasetê dikin û dema hilbijartin nêz dibe, partiyên siyasî pirsa Kurd tînin ziman.

Back to top button