Serok Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Amerîkayê yê Karûbarên Sûriyê kir

 Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, roja çarşemê 05.10.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwaziya birêz Nicholas Garner Nûnerê Amerîkayê yê Karubarên Sûriyê û şandeke pê ra kir.

Di hevdîtinekê da ku, Konsolê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî tê de amade bû, pêşhatên dawî yên rewşa Sûriye û Iraqê û metirsiya Daîş, têkiliyên di navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên li Sûriyê, rewşa kampan bi taybet kampa Holê hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan tekez li ser girîngiya berdewamiya hevkariyên hevbeş ya ji bo rûbirûbûna terorê û metirsiyên Daîş ê kir ku hêşta metirsiyeka rasteqîneye li ser Sûriyê, Iraq û deverê bi giştî, herwesa, bi pêdivî zanî ku welatên Ewrûpayê û yên herêmî ji bo wergirtina welatiyên xwe ji kampa Holê hevkar bin.

Serok Nêçîrvan Barzanî, di vê derbarê de, careke din tekez li ser wê yekê kir ku teror bi tenê bi hêza çekan ji nav naçe, lê ji bo nehêlana terorê divê bi rêya perwerde, kûrkirina çanda lêborîn, hevdûqebûlkirin û pêkvejiyanê rûbirûbûna bîr û raman û îdeolojiya tundrewî û tundûtîjiyê bêne rakirin.

Pêwîstiya diyalog û yekrêziya di navbera aliyên Kurdî û pêkhateyên din li Sûriyê, rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsên din yên xwedî berjewendiya hevbeş mijarên din yên hevdîtinê bûn.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: