Nivîsar

Civak, pirsgirêk û tevgerên me

Tê gotin ku vê dawîyê hinek kadroyên ku piranîya wan doktor û parêzer in dixwazin bi navê “Despêka Nû” valahîya ku li Bakurê Kurdistanê heye dagirin, gavek nû û netewî bavêjin û hêvîyek nû bidin civaka Kurd.

Nûrî Çelîk

Civak ji kes û komên ku li ser heman erdnîgarîyê dijîn pêk tê. Her hêmanek vê civakê xwedîyê exlaq, tore û çandek cuda ye. Her hêmanek civakê xwedîyê pirsgirêk û zehmetîyên cuda ne. Têlilîyên civakê yên çandî û aborî di nava demê re bi xwe re hişmendîya civakî diafirîne. Hişmendîya civakî jî hest û giyanê xwenasînê xurttir dike û pê ve girêdayî hişmendî û xwenaskirina netewî di mejî û bedena civakê de zîl dide û dimeye. 

Taybetmendîyên ku civakan bihêz dikin û pêş de dibin hene. Xwenasîn, nirxên exlaqî, nirxên tore û çandê civakan hem bi pêş de dibin, hem jî wan li ser pêyan dihêlin. Civakên ku bi hişmendî û xwenasîn xwedî li nirxên exlaqî, li nirxên tore û çanda xwe derdikevin, di warê qewmî-netewî de jî pêş dikevin û civakê li hev radigirin. 

Xwenasîn, nirxên exlaqî, nirxên tore û çanda civakên azad bi destê dewlet û dezgehên dewletê tên birêvebirin û pêşxistin. Xwenasîn, nirxên exlaqî, tore û çanda civakên bindest û ne zad jî bi destê rêxistin, partî û dezgehên wan partîyan tên pêşde birin. Tevger, rêxistin û partîyên civakên bindest û paşdemayî bername, rê û rêbazên xwe li gor rewş û daxwazên civaka xwe pêk tînin û li gor daxwaz û armancên civaka xwe dixebitin. 

Kurdên Bakur ji salên 60î û heta îro gelek rêxistin, dezgeh û partî saz kirin. Îdeolojîya çepîtî û sosyalîzmê bandorek mezin li kadro û alîgirên wan rêxistin û partîyan kir. Evê bandore bi xwe re xwenasîn û hest û giyanê Kurdayetî û netewperwerîyê bi xwe re anî. Her rêxistin û partîyê rêbaz û bernameyên xwe li gor şert û mercên wê demê, bi taybet li gor siyaset û îdeolojîya dewletên sosyalîst nivîsandin û li gor wê rêbaz û bernameyê nêzîkî doza Kurd û Kurdistanê bû. Bêyî ku lêkolînek hûr û kûr li ser civaka Kurd bikin, bêyî ku nirxên exlaqî, tore, çand, ol û ziman li ber çav bigrin, xwestin civaka Kurd li gor rê û rêbazên xwe biguherin û berê xwe bidin Kurdistanek serbixwe. Yanî, bêyî ku hest û nirxên civaka xwe nas bikin ketin rê. Li şûna ku rêbaz û bernameyên xwe li gor nirx û berjewendîyên civaka xwe amade bikin, xwestin bi rêbaz û bernameyên dûrî nirxên civaka xwe şoreşê pêk bînin. Evê yekê herdu lingên wan xistin solekê û ew teqinandin. Gava em dên û bala xwe bidin rewşa îro ya wan rêxistin û partîyan, emê bibînin ku dûrketina ji nirxên civaka Kurd bûye yek ji sedemên şikestin û têkçûna wan.

 Îro li Bakurê Kurdistanê valahîyek pir mezin heye û partîyên ku navê Kurdistanîbûnê li xwe kirine nikarin wê valahîyê dagirin. Nikarin bawerîyê bidin Kurdan û Kurd hêvîşikestî, xeyalşikestî û bê alternatîf hiştine. Milletê bê hêvî jî bêguman zûtir dimihe, zûtir asîmîle dibe û zûtir dev ji hestên netewî berdide. Sedema vê ev e ku ew nirxên civaka Kurd nas nakin û li gor nirxên civaka Kurd siyasetê nakin. Ji ber vê, kirasekî nû, hêz û tevgerek nû, nifş û kadroyekî nû ku karibe hêvî û bawerîyek nû bide civaka Kurd pêwist û şert e. 

Tê gotin ku vê dawîyê hinek kadroyên ku piranîya wan doktor û parêzer in dixwazin bi navê “Despêka Nû” valahîya ku li Bakurê Kurdistanê heye dagirin, gavek nû û netewî bavêjin û hêvîyek nû bidin civaka Kurd. Wek ku ew jî dibêjin, ji ber ku partîyên heyî nikarin bersiva civaka Kurd bidin û ji hev tar û mar in, hewceyî bi gav û tevgerek nû heye û ewê hewl bidin bi rêbazek netewî vê valahîyê dagirin. Bêguman, derketina nifşekî nû, kadroyên nû, kadroyên xwedî karîyer û bi rêbazek netewî pêwist û girîng e, ev gav cîhê kêfxweşî û şanazîyê ye. Ev tevgera ku dixwaze di qada legal de doza heq û hiqûqê millet Kurd bike, wê ji bo hişyarbûna nifşê nû jî bibe çirûskek êgir û wê cesaretek nû bide Kurdên Bakur. Hêvîdarim ewê wek tevger û partîyên din siyasetek dûrî nirx, tore, çand û zimanê civaka Kurd nekin û nekevin heman xeletîyê. Xeta netewî divê rêzê ji nirxên hemû civaka Kurd re bigire, rê û rêbaza xwe li gor wan nirxan bineqişîne û hemû hêmanên civaka Kurd hembêz bike. 

Bi vê minasebetê ez Despêka Nû pîroz dikim û serketina wan dixwazim. 

Back to top button