Civak

PKK çalakiyên terorîstî dike

Parlementerê HDPê Altan Tan bernameyek televizyonî de behsa rewşa HDPê û kiryarên PKKê kir. Tan got ku; PKKê û hukumetê xwest ev şer çêbibe. Kiryarên PKKê yên tundî ne raste û bûyerên teqîna Stanbul û Midyadê bûyerên teroristine.Tan behsa axavtina Duran kalkan kir û got ev ne raste û divê Kalkan di cih de îstifa xwe bide. Herweha Tan da diyarkirin ku ji nîvê HDPê pirtir kesayetên muhafazkarin û dikarin ji HDPê veqetin.Wek din Tan gelek tiştên ku xelk li dijê bûyer û çalakiyên PKKê dibêjin anî ziman.Altan Tan dema bûyera li Midyadê çêbûyî serdana Midyadê kir û ji aliyê xelkê Midyadê ve hate protesto kirin.Niha gotinên Altan dibêje raste. Herweha mirovek di nav HDPê de  van gotina bêje ev jî girîngiyek ya xwe heye.Lê Altan Tan bivê nevê heta radeyekî şirîkê van bûyerên ku rexnê lê dikê ye. Dema mirov di nava rêxistinekî de cih bigre û pişgiriya rêxistina xwe bike bûyerên ku dibe mirov jî girê dide..Ji bo Tan baweriyê bide xelkê pêwiste ji berî her tiştekî rexnê li xwe bigre û ji bo çi heta vê gavê jî şirîkatiya tiştên ku xelet dibîne dike.Dibe weke insan Tan kesayetek baş be û rewşenbîrek têgihatîbe. Lê ev rastiya heyî naguherê. Eger Tan û yên wek Tan tenê ji bo eviniya parlementoyê bikevin di nava HDPê û xizmeta siyaseta PKKê bikin nabe. Ehlaqê siyasî de cihê vê tuneye.Ji aliyek din dema mirov van dîtina bêje divê helwesta xwe jî zelal bike.Gelek cara bûyerên Tan behsê dike ji aliyê PKKê ve hatine kirin.Lêçima niha ev helwest? Ev jî dibe pirsek.

Back to top button